13:43 18 Kanûn 2017
Zindî
    Polîs - binçavkirin

    Li Amedê di serdegirtina malekê de kesek hat kuştin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Li navçeya Çinarê ya Amedê di serdegirtina malê de kesekî bi navê Cebarail Karçi hat kuştin. Walîtiya Amedê têkildarî buyerê de daxuyanî da û tê de ragihand ku "Li ser hişyariya raweste guhdar nekiriye" hat kuştin.

    Li gundê Hucetî yê navçeya Çinar a Amedê di serdegirtina malekê de kesek hat kuştin. Li gorî ragihandinan leşkerên ku bi ser malê de girtin, li malê gule bi Cebrail Karçi reşandine û di encamê de jî hatiye kuştin. Waliyê Amedê têkildarî bûyerê daxuyanî da û diyar kir ku li ser îxbarekê, operasyona leşkerî li dar xistine û "Cebrail Karçi yê PKKî ji ber ku hişyariya raweste guhdar nekiriye" hatîye kuştin. Di heman daxuyaniyê de hat gotin ku di operasyonê de 3 kes jî hatin desteserkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li dijî leşkerên tirk êrîş: Birîndar hene
    Di navbera PKKê û leşkerên tirk de şer derket
    Li Tekirdagê leşkerên Tirk pev ketin
    Di navbera PKKê û leşkerên tirk de şer derket: Birîndar hene
    Artêşa Tirk: Li Herêma Kurdistanê 2 leşkerên me jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    kuştin, PKK, Walîtiya Amedê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de