13:38 18 Kanûn 2017
Zindî
    Bulent Arinç, Recep Tayyip Erdogan, Yaşar Buyukanit û Ahmet Nejdet Sezer

    Arinç: Min ji Erdogan re got nebe namzedê serokomariyê

    © AFP 2017/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Avakarê AKPê û Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê yê berê Bulent Arinç di axaftina xwe de ragihand ku wê demê min ji Erdogan re got nebe namzedê serokomariyê.

    Avakarê AKPê û Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê yê berê Bulent Arinç di axaftina xwe de peyva ku gotibû ‘peşî em bûn niha ez im' şîrove kir û got: "Ev partî ne partiya Recep Tayyip Erdogan e. Ev partî partiya gel e, nabe ku bibe partiya şexsekî. Rexnekirin tim li cem min hebû. Min Erbakan xoce jî rexne dikir, lê ticarî li hemberî min bêrêzî nedikir."

    Bulent Arinç di berdewamiya axaftina xwe ya rojnameya Haberturkê de dibêje: "Di sala 2007an de min ji Recep Tayyip Erdogan re got nebe namzedê serokomariyê. Ti serokwezîr bimîne wê baştir be. "

    Arinç ji bo veqetandina xwe ya AKPê got: "Ez bi niyet bûm di sala 2007an de dev ji siyasetê berdim, lê piştî ku bûyera 367ê çêbû min ahd kir ez bidomînim. Paşî min xwest di sala 2011an de devjê berdim vê carê jî Erdogan got ‘pêwistî heye' û destûr neda."

    Bi heman mijarî:

    Bulent Arinç peyvên giran ji bo Melih Gokçek gotin
    Arinç û Davutoglu tevlî bernameya fitarê ya Binali Yildirim nebûn
    Ji Bulent Arinç daxuyaniya ‘partiyeke nû'
    Gelo AKP ji bo kongreyê vexwendnameyê ji Gul û Arinç re dişîne?
    Ji Bulent Arinç daxuyaniya partiya nû
    Bûrayê Bulent Arinç ji wezîfeyê hat dûrxistin
    Etîketan:
    Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê, AKP, Recep Tayyip Erdogan, Bulent Arinç, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de