17:37 22 Nîsan 2018
    Sewqiyata leşkerî - leşkerê tirk - Leşkerên tirkiyeyê

    Li dijî leşkerên tirk êrîş: Birîndar hene

    © AP Photo / Ibrahim Usta
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajaroka Gite ya navçeya Silopî ya girêdayî Şirnexê li dijî wesayita zirxî ya leşkerên Tirk bi roketavêj û çekên lûledirêj êrîşek hat pêkanîn. Di encama êrîşê de 2 leşker birîndar bûn.

    Li bajaroka Gite ya navçeya Silopî ya girêdayî Şirnexê îro di saet 13.30an de ji aliyê endamên PKKê ve li dijî wesayita zirxî ya leşkerên Tirk bi roketavêj û çekên lûledirêj êrîşek hat pêkanîn. Li gorî çapemeniya Tirk di encama êrîşê de 2 leşker birîndar bûne.

    Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin jî yek ji wan leşkeran jiyana xwe ji dest daye, yê din jî lingê wî jê bûye.

    Li herêmê ji aliyê leşkerên Tirk ve operasyoneke berfireh hat destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Endamên PKKê êrişî qeroqolê kirin: Mirî û birîndar hene
    Walîtiya Amedê: Di encama şerê li Hezroyê de 2 endamên PKKê hatin kuştin
    Di navbera PKKê û leşkerên tirk de şer derket
    Li Agiriyê droneyeke bombebarkirî ya aydî PKKê hat dîtin
    Balafirê şer ên Tirkiyeyê li hemberî çeperên PKKê operasyon pêk anîn
    Etîketan:
    êrîş, PKK, Leşkerên Tirk, Silopî, Şirnex
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de