01:08 24 Gulan 2018
    Esrar

    Di sobê de esrar şewitandin û serxweş bûn

    © Sputnik / Vitaliy Ankov
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Adana yê Tirkiyê malbateke 5 kesî ku tiryak difirotin di dema bi serdegirtina polîsan de, esrar avêtin sobê û şewitandin. Hemû endamên malbatê ji ji hiş xwe ve çûn.

    Polîsên narkotîkê yê Adanayê li navçeya Çukurovayê, taxa Beyazevler li ser îxbara tiryakfiroşiyê berê sibehê bi ser malekê de girtin.

    Polîsên taybet jî piştgirî dane bi serdegirtina malê û deriyê malê hat şikenandin. Di wê navberê de gumanbaran kîloyek û 400 gram esrar avêtin sobê û şewitandin. 5 endamên malbatê ku li malê bûn ji ber dûxana esrarê ku ji sobê derket ji hiş xwe ve çûn. Polîsên ku ketin hundir 5 endamên malbatê di xew de zeft kirin. Polîsan di lêgerîna xwe de tespît kirin ku di nava sobê de esrar hatiye şewitandin. Endamên malbatê ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

    Bi heman mijarî:

    Meleyê ku 38 kîlo esrar pê re hat girtin 5 sal û 5 meh cezayê hepsê xwar
    Meleyê mizgeftê bi 9 kîlo esrar re hat girtin
    Jinên kurd di bin xetereya esrar û afyonê de dipirçiqin
    Etîketan:
    narkotîk, tiryak, esrar, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de