02:21 25 Gulan 2018
    Oral Çalışlar

    Oral Çalişlar: Divê êdî Tirkiye hebûna kurdan qebûl bike

    © Sputnik / Abdulhakim Günaydın
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 21

    Rojnamevan û nivîskarê tirk Oral Çalişlar piştî zîrweya sêalî ya Soçiya Rûsyayê ku ji aliyê Pûtîn, Rûhanî û Erdogan ve hat lidarxistin encamên civînê û mijara kurdên Rojava ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re nirxand.

    Nivîskar Oral Çalişlar di axaftina xwe de got: "Hê encamên civînê baş zelal nebûne û em nizanin bê çi hat axaftin. Lewma niha em nikarin bêjin bê Tirkiye çi qezenç kir û kurdan çi winda kir. Lê li gorî min tiştê rast ev e ku divê êdî Tirkiye kurdan wekî tehdîd nebîne. Ev nêrîn zirareke pir mezin dide Tirkiyeyê. Em dibînin ji bo ku Tirkiye nikare xwe ji vê nêrînê xelas bike, bi Beşar Esad re hatiye noqteyeke lihevkirinê."

    ‘TIRKIYE BI ESAD RE HATE NOQTEYA TIFAQÊ'

    Çalişlar di berdewamiya axaftina xwe de got: " Niha Tirkiye bi Esad re hatiye noqteya tifaqê. Ti îtîrazeke min ji vê tifaqê re tineye, lê di encamê de tehdîd dîtina kurdan mixabin burokrasiya dewletê li herêmê lawaz, manevraya wê siyasî qels û bandora wê pir kêm dike. Eger di zîrweya Soçiyê de Tirkiyeyê qezencek bi dest nexistibe jî ji ber van sedemên ku behs kir e. Divê Tirkiye êdî vê tirsa hebûna kurdan ji ser xwe bavîne."

    ‘DIBE DI ZÎRWEYÊ DE QEBÛLBÛNA PYDÊ JI ALIYÊ TIRKIYE VE JÎ HATIBE AXAFTIN'

    Nivîskar Çalişlar di dirêjiya axaftina xwe de îhtîmala operasyona Efrînê jî nirxand û got: "Li gorî baweriya min di zîrweya sêalî ya Soçiyê de erêkirina operasyona Efrînê derneketiye. Dibe meseleya Efrînê bi şêweyê ku têkeve bin kontrola Tirkiye an jî Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) û beramberî vê jî Tirkiye hebûna PYDê qebûl bike hatibe axaftin. Ji encam û daxuyaniyên civînê portreyekî wiha derdike pêş."

    Bi heman mijarî:

    'Civîna sêalî ya li Soçiyê ji bo Amerîka û Ewropayê bû peyamek'
    Rûsya: Di nêz de perava rojava ya çemê Firêt dê ji terorîstan were paqij kirin
    Balafiran 10 wesayîtên teqemenî û çekhilgir li sînor bombebaran kirin
    Parlamenter ji aliyê parastvanan ve hat kuştin
    Sûriye: Em encama lutkeya Soçiyê bi kêfxweşî pêşwazî dikin
    Etîketan:
    Encamên zîrweya sêalî ya Soçiyê, Oral Çalişlar, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de