18:44 19 Nîsan 2018
    Li Soçiyê hevdîtina Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî

    'Civîna sêalî ya li Soçiyê ji bo Amerîka û Ewropayê bû peyamek'

    © Sputnik / Michael Metzel/POOL
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Pisporê Rojhilata Navîn Bora Bayraktar lûtkeya sêalî ya ku bi rojeva Sûriyeyê li bajarê Soçiyê hat lidarxistin, nirxand û diyar kir ku lûtkeya li Soçiyê ji bo Amerîka, Ewropa û hêzên din ên li herêmê bû peyamek.

    Ji bo siberoja Sûriyeyê Rûsya, Tirkiye û Îran duhî li bajarê Soçî yê Rûsyayê li hev kom bûn. Pisporê Rojhilata Navîn Bora Bayraktar civîna sêalî ya k udi navbera Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erodgan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî de li bajarê Soçiyê hat birêvebirin ji bo RS FMê nirxand û ev tişt gotin: "Tê fêmkirin ku Tirkiyeyê ji bo PYD/YPG beşdarî Kongera Gelan a Sûriyeyê, ku Rûsya dixwaze bi rêve bibe, nebe mixalefeteke cidî meşandiye. Herwisa ev yek ji bo Amerîka, Ewropa û welatên din ên li herêmê bû peyameke bi hêz. Ji vî aliye ve ev girîng bû. Hinek nîşane jî hene ku li ser gelek mijaran li hevkirin pêk nehatiye."

    ‘PIRSGIRÊKÊN GELEKÎ CIDÎ HENE LÊ HER SÊ WELAT BI KOMBÛNA XWE MESAFEYEKE GELEKÎ GIRÎNG PÊŞDE ÇÛ.'

    Bayraktar ragihand ku him gotinên Serokomar Erdogan him jî gotinên di belavoka girtinê de rê didin şîroveyan û got, "Ji aliyekî Îran gava behsa Amerîkayê dike, ya rast di heman demê de Tirkiyeyê jî tevlî dike. An jî Tirkiye gava dibêje ‘bila li vir komên terorê tune bin' û yên din qebûl dikin, Rûsya û Îran ji komên terorê yên din qesta hinekên din dikin. Mixalefeta ku Tirkiye piştgiriyê dide, ew hema hema wekî terorê dibînin. Tirkiye jî YPG/PYDê qest dike. Lê gava hûn vê gotinê dixwînin, hûn dikarin bikişînin her aliyê. Ev yek nîşan dide ku bi awayekî eşkere li hev nekirine û pirsgirêkên cidî hene. Lê ji aliyê din ve tê xwestin ku peyamekê bidin derve. Ji ber vê yekê mijar gelekî tevlihev e. Dibe ku Soçî nebe bingeheke gelekî mezin û serkeftî. Lê ev her sê welat bi vê kombûna xwe mesafeyeke gelekî girîng pêşde çû. Rewşên lihevkirinê jî li cihên xwe disekinin."

    Bi heman mijarî:

    ‘Artêşa Rûsyayê çekên elektromanyetîk li Sûriyeyê bikar anî'
    Şandeya Rûsyayê di vekirina konferansa opozîsyona Sûriyeyê de beşdarî kir
    Ji Rûsyayê pêşniyara astengkirina Googlê
    Rahênerê tîma Rûsyayê Çerçesov, çû pişkînina stadyûma Kalînîngradê
    Ji bo Kûpaya Cîhanê li Rûsyayê seferên otobûsan tên kirin
    Erdogan: Encamên ku ji ber têkiliya bi Rûsyayê re me bi dest xistin pir girîng in
    Etîketan:
    civîn, Pisporê Rojhilata Navîn, Bora Bayraktar, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de