04:13 20 Nîsan 2018
    ferhat encu

    Dozger di doza Ferhat Encu de bi awayekî der qanûnî serî li temyîzê da

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Dozgerê ku xwest cezayê ji parlamenterê Şirnexê yê HDPê Ferhat Encu re hatiye birîn veguherîne cezayê ji ber endambûna rêxistinê û li gel ku der qanûnî be ji bo temyîze serî li Dadgeha Adliyê ya Herêmê daYE.

    Parlamenterê Şirnexê yê HDP Ferhat Encu bi reya parêzerên xwe daxuyaniyek ragihand û dest nîşan kir ku, wî ji ber propagandaya rêxistinê ceza xwariye û ev ceza jî ji aliyê Dadgeha Adliye ya Herêma Antepê ve hatiye pesend kirin û ev ceza nayê temyîz kirin. Lê ligel vê yekê Dozgerê Komare yê Dadgeha Adliyê ya Herêma Antepê bi daxwaza ku ceza ji ‘endamtiya rêxistinê' were dayin ji bo temyîzê serî li Dadgeha Bilind daye.

    Encu di daxuyaniya xwe de aşkere kiriye ku, derbarê parlamenterên HDPê de, fezlekeyên ku ji ber sûcê ‘propagandaya rêxistinê' hatine amade kirin hemû kirine yek û 4 Mijdara 2016an de ji ber ‘bi awayê derbaskirina sînorên propagandayê bûne endamê rêxistinê' ew hatiye girtin. Di doza ku ew tê de tê darizandin ku di 9ê Hezîranê de birêveçûbû de, dadgehê biryar daye ku ‘sûcê endamtiya rêxistinê pêknehatiye' daye û tenê ji ber ‘propagandaye rêxistinê' ceza daye û ev ceza jî ji aliyê Dadgeha Adliyê ya Heremî ya Antebê ve hatiye pesend kirin.

    ‘SEDEMÊN GIRTINA ME YA BÊ HIQÛQ JI HOLÊ RABÛNE'

    Encu da zanîn ku ev biryar ji bo parlamenterên din yên girtî jî dê bibe mînak û weha pê de çû: Ev biryara pesendkirinê, iktîdar xistiye metirsiyê de. lewra bi vê biryara pesend kirinê, sedema girtina me ya di 4ê Mijdara 2016an de ku bi awayekî bê hiqûq em hatin girtin ji holê rabûye. Ev biryar ji bo parlamenterên din jî mînak e.'

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterê HDPê Ferhat Encu hat desteserkirin
    Parlamenterê HDPê Ferhat Encu hat tehliyekirin
    Ferhat Encu: Divê ji bo Roboskiyê komisyona lêpirsînê jî li meclîsê vebe
    Birayê Ferhat Encu hate binçavkirin!
    Ferhat Encu: Birîndarên li Cizîrê yek bi yek dimirin!
    TAYBET- Parlamenterê HDPê Ferhat Encu: 'Kuştî û birîndar hene'
    Etîketan:
    propaganda, daxuyanî, Ferhat Encu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de