21:26 24 Nîsan 2018
    Polês-polîs-çalakî-operasyon-qedexe

    Li Amed û Sêrtê derketina kolanan hat qedexekirin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Li 8 tax û gundên bi ser navenda Sêrtê û navçeya wê ya Hawêlê û li gundek û mezrayeke navçeya Farqînê ya Amedê bi hinceta operasyonên leşkerî ji sere vê sibehê şûnde qedexeya derketin a kolanan hat ragihandin.

    Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Sêrtê hat diyarkirin ku li taxên Saritepe, Tuzkuyusu, Kayacik, Karakuyu, Çevre ve Ekinli yên bi ser navendê ve û li gundên Engîn û Çevrîmtepe yên bi ser navçeya Hawêlê ve bi hinceta operasyonên leşkerî ji saet 05.00ê vê sibehê şûnde heta biryareke din qedexeya derketin a kolanan hat ragihandin.

    Ji aliyê din ve li gorî daxuyaniya Parêzgariya Amedê li tax û mezrayeke bi ser navçeya Farqîn a Amedê ve jî bi hinceta operasyonên leşkerî yên li dijî endamên PKKê îro ji saet 06.00ê sibehê şûnde heta fermaneke din, derketina kolanan hat qedexekirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê qedexeya derketina derve hat ragihandin
    Li 25 herêmên Çewlikê qedexeya derketina derve hat ragihand
    Li 46 gund û herêmên Amedê qedexeya derketina derve hat ragihandin
    Li Sêrtê qedexeya derketina derve hat ragihandin
    Li Mêrdînê qedexeya derketina derve hat ragihandin
    Etîketan:
    qedexeya derketin a derve, operasyonên leşkerî, PKK, Farqîn, Hawêl, Amed, Sêrt
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de