01:05 24 Gulan 2018
    Teqîna balafirxaneya ataturkê / Arşîv

    ‘Plankarê êrişa Balafirxaneya Ataturkê li Gurcistanê bi 2 kesan re hat kuştin'

    © AFP 2018 / OZAN KOSE
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat îdîakirin ku yek ji plankarên êrişa Balafirxaneya Ataturkê Ehmed Recepovîç Çatayev li Gurcistanê piştî operasyoneke 17 seetî hat kuştin.

    Li gorî nûçeya Mustafa Şekerogluyê rojnameya Haberturkê, hêzên ewlehî yên Gurcistanê cihê grûbeke DAIŞî li avahiyeke herêma Îsanî ya Tiflîsê tespît kir. Hêzên gurcî pêşî avahî xistin dorpêçê û berê sibehê dest bi operasyonê kir. Di operasyonê de endamên DAIŞê jî bersiv dane hêzên gurcî 3u şer derket. Şer 17 seetan dewam kir û di encama şer de 3 kes hatin kuştin û kesek jî bi saxî hat girtin.

    Li gorî zanyariyan, hersê kesên ku di pêvçûnê de hatin kuştin çeçenî ne. Li gorî îdîayan ji wan hersê kesan yek jê plankarê êrişa Balafirxaneya Ataturkê Ehmed Recepovîç Çatayev e. Çatayev bi qaçaxî derbasî Gurcistanê bibû û li ser navê Aslanpek Cebraîlov daîreyek kiribû. Tê gotin kesê ku sax hatiye desteserkirin xwediyê daîrê ye.

    Ehmed Recepovîç Çatayev ji sala 2012an ve bi serkirdeyê DAIŞê Omer Şîşanî re tev digere.

    Bi heman mijarî:

    Îdianameya derbarê êrişa Balafirxaneya Ataturkê hate temamkirin
    Li Balafirxaneya Ataturkê ji ber êrîşa Reinayê 2 kesên ne Tirkiyeyî hatin desteserkirin
    Li Balafirxaneya Ataturkê metirsiya rêwiyê DAIŞî
    7 gubanbarên din ê teqîna Balafirxaneya Ataturkê hatin girtin
    Derbarê 17 gumanbarên êrişa Balafirxaneya Ataturkê de daxwaza girtinê hate kirin
    Etîketan:
    Plankarê êrişa Balafirxaneya Ataturkê hat kuştin, Ehmed Recepovîç Çatayev, Gurcistan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de