18:44 19 Nîsan 2018
    Abdullal Gul

    ‘Abdullah Gul dest bi tevgera aktîf kir'

    © AFP 2018 / ADEM ALTAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Ahmet Hakan di gotara xwe ya îro de ji bo Serokomarê Tirkiyeyê yê berê Abdullah Gul got: "Gul ji pasîfbûnê derbasî tevgera aktîfbûnê kir."

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Ahmet Hakan di gotara xwe ya îro de ji bo Serokomarê Tirkiyeyê yê berê Abdullah Gul got: "Abdullah Gul di sekneke pasîfî de bû. Reng û helwest nîşan nedida. Ji bo cephe negirtinê pir baldar bû. Qet nediket tevgerê û bêdeng bû. Ev Abdullah Gul meheke helwest guherandiye. Ji sekna pasîfbûnê derbasî tevgera aktîfbûnê kir, niha di vê pêvajoya aktîfbûnê de ye û dest bi axaftinê kir."

    Ahmet Hakan di berdewamiya nivîsa xwe de got: "Ji bo politikaya derve rexneyên tund û zelal kirin. Li hemberî teoriyên komplovarî û hemasetê dengê xwe bilind kir. Ji kesên ku serdana wî dikin re dest bi gotina ‘êdî wiha nameşe' kir. Êdî natirse û reng dide."

    Hakan dirêjiya gotara xwe de dibêje: "Abdullah Gul tevgereke serhildanê nedaye destpêkirin. Dîsa neketiye tevgerekê û dîsa di seknê de ye. Dîsa pêşveçûnan dişopîne, lê vê carê bi şêweyê aktîfbûyî ye. Peyameke ku ‘ez jî alternatîfeke cidî me' dide derdora xwe."

    Bi heman mijarî:

    Abdullah Gul ji bo Mam Celal peyam weşand û daxwaziyek kir
    Ji Abdullah Gul daxuyaniya referandûmê: Rê nedin destpêkirina şerê Ereb û Kurdan!
    ‘Abdullah Gul ji bo derketineke baş bi awayekî cidî amadehiyan dike'
    Baydemir bangî Abdullah Gul kir: Dengê xwe bilind bike
    ‘Abdullah Gul dest bi hereketeke siyasî dike'
    Etîketan:
    Serokomarê Tirkiyeyê yê berê, Abdullah Gul, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de