01:23 19 Kanûn 2017
Zindî
    Deyr ez Zor- YPG

    Canikli: Her dera ku PKK, PYD, YPG lê yê armanca me ye

    © REUTERS/ Rodi Said
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Nuretin Canikli di Komisyona Plan û Budçeyê ya Meclisa Tirkiyê de axivî û got: "Her cihê ku PKK, PYD, YPG lê be ji bo Tirkiyê gef e û armanc e. Bila kes gumanê neke ku em ê mafên xwe yê mudaxaleyê ku ji hiqûqa navnetweyî tên bikar neyînin."

    Wezîrê Bervaniyê yê Tirkiyê Nuretin Canikli di Komisyona Plan û Budçeyê ya Meclisa Tirkiyê de axivî û di gelek mijaran de daxuyanî da. Canikli diyar kir ku bi Rûsyayê re di mijara moşekên S-400î de peyman îmze kirine û weha berdewam kir: "Bi mebesta ku pêwistiya pergala parastina hewayî wer bi cî kirin bi Federasyona Rûsyayê re ji bo tedarika moşekên S-400î peyman hatiye îmze kirin û pereyên pêşekî hatine dayin. Yanî ev kar bi dawî bûye. Karên kirînê qediyaye. Yek jê opsîyon du heb pergalên S-400î di çarçoveya peymanê de dê bên tedarîk kirin. Teslîmata pergala ewil di sala 2019an de tê plan kirin."

    Canikli di mijara herwiha derbarê operasyoneke der sînorî de jî axifî û weha got: "Her cihê ku PKK, PYD, YPG lê be ji bo Tirkiyê gef e û armanc e. Bila kes gumanê neke ku em ê mafên xwe yê mudaxaleyê ku ji hiqûqa navnetweyî tên bikar neyînin."

    Bi heman mijarî:

    Alîkarê Serokwezîr Canikli: Dibe ku dema Rewşa Awarte îro cardin bê dirêjkirin
    Canikli: Bi ya me li Minbicê armanca Amerîka û Rûsyayê jî heman e
    Canikli: "Hetanî 18-20 rojan wê hevdîtinên Destûra Bingehîn biqedin"
    Canikli dîroka referandûmê da
    Ji Canikli daxuyaniya êrîşa li Amedê: Bêguman PKKê kir
    Canikli: Her ku diçe Tirkiye û Rûsya hîn nêzîkê hevdu dibin
    Etîketan:
    opsiyon, parastin, S-400, Nuretin Canikli, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de