13:40 18 Kanûn 2017
Zindî
    Qedexe-polês-polîs-operasyon-desteserkirin

    Di navbera du malbatan de şerê navdanînê: 1 kuştî û 7 birîndar

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Osmaniyeyê di navbera du malbatan de ji bo navdanîna pitikê nû çêbûyî şer derket. Di şer de kesek hat kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

    Li Osmaniyê di navbera du malbatên xizmên hev ji bo navdanîna pitikê nû çêbûyî de şer derket. Di şerê bi kevir, dar, kêr û bi çekan de ji herdu malbatan kesek hat kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

    Dayika pitik ku navê wê nehate hînbûn li ser nîqaşa navê pitik xeyîdî çû mala bavê xwe. Li mala bavê wê jî nîqaşên herdu malbatan dewam kir û bi tevlîbûna gelek endamên herdu malbatan paşî vegeriya şer û pevçûnê.

    Musa Çeçanê 23 salî ku xalê pitikê bû û ji leşkeriyê hatibû îznê di şer û pevçûnê de rastî êrişa çifteye hat û jiyana xwe ji dest da. Di heman bûyerê de 7 kes jî birîndar bûn.

    Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên Osmaniyeyê û li wir têne dermankirin. Derbarê bûyerê de 10 kes hatin binçavkirin û lêpirsîn dewam dike.

    Bi heman mijarî:

    AKP: Divê hem Amerîka hem jî Esad li dadgeha sûcên şer werin darizandin
    Di navbera artêşa Tirk û YPGê de şer derket
    Pêşandana balafirên şer ên rûsî li Fûara Esmangeriyê hate astenkirin
    Balafirê şer ên Tirkiyeyê li hemberî çeperên PKKê operasyon pêk anîn
    Hêzên Pêşmerge: Rewş li xeta temasê aloz e û dibe şer dîsa dest pê bike
    Erebistana Siûdî: Dê em Libnanê wek welatê ku şer ragihandiye bibînin
    Etîketan:
    Li Osmaniyeyê şer û pevçûn, Osmaniye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de