01:03 19 Kanûn 2017
Zindî
    Recep Tayyîp Erdogan

    Erdogan: Encamên ku ji ber têkiliya bi Rûsyayê re me bi dest xistin pir girîng in

    © REUTERS/ Murad Sezer
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe de ragihand ku ji têkiliya Rûsyayê ya nêzîk me encamên girîng bi dest xistin.

    Serokê Giştî yê AKPê û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe ya grûba parlamentoyê de got: “Encamên ku ji ber têkiliya bi Rûsyayê re me bi dest xistin pir girîng in. Di hevdîtina sibê de em ê mijarên girîng biaxivin.”

    Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de got: “Niha bi hikûmeta navendî ya Iraqê re jî piştî demeke dirêj têkiliyên me pêş dikevin. Em bi Fransayê re jî di nava diyalogeke nêzîk de ne. Mixabin Almanya, Hollanda û Belçîka ketine pençeya nîjadperestiyê. Digel vê jî em dixwazin têkiliyên xwe bi wan re xweş bikin.”  

    Serokomar Erdogan di dirêjiya axaftina xwe de Amerîka rexne kir û got: "Ev tirên çekgilgir çima têne Sûriyeyê. Hûn van çekan li hemberî kê ji bo çi çêdikin. Em dest girtî namînin û bila ti kes vê hêviyê ji me neke. Êdî DAIŞ ji Iraq û Sûriyeyê hatiye paqijkirin. Terorek çûye yeke din hatiye şûna wê. Rejima Esad jî hê li cihê xwe ye. Mixabin muxalifên sûriyeyî hindik maye terorîst werin îlankirin."

     

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Li Efrînê em ê gavan biavêjin
    ‘Ti kes newêre bêje Erdogan ji te mezintir Xweda heye'
    Lavrov: Dê Pûtîn, Erdogan û Rûhanî biryara dawî ya kongreya Sûriyeyê bidin
    Erdogan: Em amade ne her gavê bavînin
    Erdogan: Me di hevdîtina ligel Pûtîn de li ser peredayîna S-400an li hev kir
    Etîketan:
    Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de