22:25 17 Kanûn 2017
Zindî
    YPG

    ‘Operasyona Reqayê qediya divê êdî Amerîka têkiliya xwe bi YPGê re bibire'

    © REUTERS/ Rodi Said
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 04

    Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin di axaftina xwe de ragihand ku operasyona Reqayê qediya divê êdî Amerîka têkiliyên xwe bi YPGê re bibire.

    Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin di axaftina xwe ya kanala France 24ê de got: "Amerîka serê pêşî ji me re got têkiliyên me bi YPGê re demkî ye piştî bajarê Reqayê hat rizgarkirin û rêxistina terorîst a DAIŞê hat şikandin em ê têkiliyên xwe bibirin. Operasyona Reqayê qediya divê êdî Amerîka têkiliyên xwe bi YPGê re bibire."

    Îbrahîm Kalin di berdewamiya axaftina xwe de got: "Dibêjin hêza herî bi bandor a li hemberî DAIŞê PYD/YPG ye. Eger Amerîka ev piştgirî bidana grûbeke din mesele wekî Artêşa Sûriyeya Azad (ASA), tirkmen an jî ereband dê baştirbûna û serkeftinên mezin bidestbixistana."

    Kalin di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ji destpêkê ve endîşeya me ev bû ku bi însanên şaş re ev kar hat kirin. Li Sûriyeyê pozîsyona me ya sereke nabe ku hûn PYD/YPGê meşrû bikin. Ji bo ku ev hêz şerê DAIŞê dike meşrû nabe."

    Bi heman mijarî:

    Kalin: Rûsya civîn bi paş xist û bangî PYDê nake
    Kalin: PKK wekî şervanên azadiyê tê dîtin
    Kalin: Ger Tirkiye hewcedarî bibîne dê mudaxaleyî Efrînê bike
    Kalin: Standina moşekên S-400î nêzî encambûnê ye
    Berdevkê Serokomarê Tirkiyeyê Kalin derbarê YPGê de daxuyanî da
    Kalin, Akar û Fidan serdana Amerîkayê dikin
    Etîketan:
    DAIŞ, YPG, Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê, Îbrahîm Kalin, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de