11:01 20 Hezîran 2018
gor - goristan

Li Diyarbekirê kêlikên tirban guherandin

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê li ser emrê Midûriyeta Ewlehiyê ya Diyarbekirê 25 kêlikên tirbên PKKyiyan guhertin.

Midûriyeta Ewlehiyê ya Diyarbekirê li ser talîmata Serdozgeriya Komarê ji Midûriyeta Tirban re nivîsek şand û di nivîsê de hate xwestin ku, kêlikên tirbên Goristana Yenikoyê yên ku reng, gotin, remz û alayên PKKê hene bene guherandin. Herwiha kêlikên tirbên ku li ser wan ‘şehîd' dinivîse jî hatine guhertin.

Tîmên Midûriyeta Gorîstanan li ser emrê Midûriyeta Ewlehiyê li Goristana Yenikoyê kêlikên 25 tirban guherandin. Di kêlikên nû de bi tenê nav, roja jidayikbûn û wefata miriyan û el fatîha cih girt.

Hêjayî gotinê ye ku di dema guherandina kêlikan de Tîmên Şubeya Ewlehiyê li derdorê bergirî û berevanî kirin.

 

 

 

 

Bi heman mijarî:

Ji bo FIFA 2018 a li St. Petersburgê, hezar jûrên din têne vekirin
Barzanî: Dadgeha Federalî ne Destûrî ye, diviyabû li 2005an bê hilweşandin
Diyaneta Tirkiyeyê derbasî modêla hevserokatiyê bû!
Pûtîn û Rûhanî dê li Soçiyê hevdîtineke dualî pêk bînin
Hikûmeta Kurdistanê banga cîhanê kir: Navbeynkariyê bikin
Etîketan:
goristan, gor, tirb, Midûriyeta Ewlehiyê ya Diyarbekirê, PKK, Diyarbekir
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de