16:34 22 Hezîran 2018
Zarok

‘Feraseta dewletê dibe sedema mirina zarokan'

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 0 0

Li gorî raporên saziyên mafê mirovan di 2016an de 45 zarok hatin kuştin, 40 zarok jî hatine birîndarkirin û gelek zarok rastî îstîsmarê hatin. Nunerên saziyên sivîl dibêjin ku ji bo parastina mafê zarokan mekanîzmayek kontrolkirinê tune ye û feraseta dewletê dibe sedema îstîsmar û mirina zarokan.

Îro 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê ye. Ev roj di 20ê Mijdara sala 1980an de ji aliyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve weke Hevpeymana Roja Zarokan qebûl kir û di 2ê Îlona 1990an jî xist meriyetê. Ev peyman ji aliyê 197 welatan ve hatiye qebûlkirin. Ji derveyê Amerîkayê, bi endamê Neteweyên Yekbûyî re Fîlîstîn, Vatîkan, Nîeu û Cook Adalarî ev peyman qebûl kirin. Endamê Komîsyona Zarokan ya İHDê ya Amedê Ercan Yilmaz ji ajansa Sputnik Kurdistanê re axivî û anî ziman ku li Tirkiyê mafê zaroka nayê parastin.

'45 ZAROK HATIN KUŞTIN, HEZAR Û 847 ZAROK GIRTÎNE'

Li gelek welatan bi raporên hatine amadekirin, tê nişandan ku mafê zaroka tune tê hesibandin û li Tirkiyeyê jî rewşa mafê zarokan di astek xetere deye. Li gorî raporên saziyên mafê mirovan di 2016an de 45 zarok hatin kuştin, 40 zarok hatin birîndarkirin. Di 5 mehên ewil ên 2017an de 182 zarok rastî îstîsmarê hatin û li welatên şer lê heyî 63 hezar û 300 zarok koçî welatên Ewropa kirin. Li gor daneyên Wezareta Dadê ji sala 2002an heta niha hejmara zarokên di girtîgehê de ji sedî 26 zêde bune. Di sala 2002an de hejmara zarokên hikûmxwar 548, lê belê ev hejmar di sala 2017an de ji sedî 33 zêde bûye û bûye 731. Hejmara zarokên girtî jî ji sedî 23 zêde bûne. Di sala 2002an de hejmara zarokên girtî hezar û 497 e. Ev hejmar di sala 2017an de bûye hezar û 847.

‘MEKANİZMEYA KONTROLKIRINA MAFÊ ZAROKAN TUNE YE'

Endamê Komîsyona Zarokan ya İHDê ya Amedê Ercan Yilmaz ji ajansa Spûtnîk Kurdistan re axivî û anî ziman ku li Tirkiyê mafê zaroka nayê parastin. Yilmaz wiha axivî: "Berîya Rewşa Awarte mafê zarokan ne di hat parastin û niha di pêvajoya Rewşa Awarte de jî hêj zêdetir nayê parastin. Zarok ji yên nêzi xwe ve zirar dibînin û rastî gefan tên. Mekanîzmayek kontrolkirinê tune ye. Mekanîzmayek darazê ya ji bo parastina mafê zarokan tune ye. Di pêvajoya Rewşa Awarte de binpêkirina mafê jiyanê ya zaroka zêde bune. Niha nêzi 700 zarok bi dayikên xwe di girtîgehan de dene. Li şûna zarok li derve di nava jiyana civakî de bin niha di girtîgehan dene. Ev pirsgirêkeke girîng e. Zarokên ku beşdarî sûc hatine kirin hene û di girtîgeha dene rastî tundî û zextan tên. Têkildarî vê mijarê de dozek bi bandor nayê vekirin. Li gorî peymanên navnetewî yên hatine îmze kirin tevnagerin. Divê ev pirsgirêk were çareserkirin û mekanîzmayek kontrolkirinê were ava kirin."

‘FERASETA DEWLETÊ DIBE SEDEMA KUŞTINA ZAROKAN'

Hevseroka Egitim-Sen a Amedê Fatma Budak jî têkildarî Roja Mafên Zarokan de axivî û got ku, "Tirkiye di mijara mafên zarokan de pir li paş maye. Zarok herî zêde di nava malbatê de rastî îstîsmarê tên. Hebûn û parastina zarokan tenê di nava malbatê de tê bisînorkirin. Weke malbata herî xirab sazîya herî başe tevdigerin. Ev feraseta dewletê dibe sedema mirina zarokan."

‘ZAROKA RADESTİ WEQF Û CEMAATAN TÊN KIRIN'

Budak wiha pê de çû: "Zarokên muhtacî parastinê ne, nabe ku radestî weqf û cemaatan bên kirin. Ji sala 2012an vir ve zarokên bêkes, parastin û bicîhbuna wan bi destê dewletê teslimî weqf û cemaatan hatîne kirin. Dewlet, zarokên ku li van weqf û cemaatan tên îstîsmarkirin li şûna zaroka biparêze van sazîyan diparêze. Di şer de zarokên ku hatine kuştin hene. Hejmara zarokên ku têne zewcandin zêde ye û her roj diçe zêde dibe. Ji ber xizaniyê hejmara zarokên dixebitin li Tirkiyê li gorî welatên di zêde ye. Gelek zarok di qezeyên kar de jiyana xwe ji dest dan."

‘DI ŞER DE BEDELA MEZIN ZAROK DIDIN'

Budak destnîşan kir ku di şerde bedela herî mezin zarok didin û wiha berdewam kir: "Şerê 40 salî bandora herî zêde li zarokan kir. Zaroka di vê pêvajoyê de dê û bavê xwe winda kirin û bun şahidê vê pêvajoyê. Ji ber destura bi zimanê xwe biaxivin nayên dayîn di bin bandorek neyînî dimînin. Zarok di bin panzêran de jiyana xwe ji dest didin. Li şuna ku zarok werin parastin kiryar têne parastin û doz di derheqê wan de nayê vekirin. Di qada perweredehiyê de jî mafê zaroka tune tê hesibandin. Ji bo mafê zaroka divê dewlet tedbir bigire."

Bi heman mijarî:

Li Reqqayê 5 zarok û 4 jinên êzidî hatin rizgarkirin
Li Tirkiyeyê 77 zarok û ciwan di girtîgehan de xwe kuştin
Wesayeta zirxî li malekê qelibî: 2 zarok mirin
Bi 10 hezaran zarok bi tena serê xwe mane
CHP: Polîsê ku li Şirnexê bi panzerê 2 zarok kuştin perwerdehî nedîtine
Etîketan:
zarok, Sputnik, Fatma Budak, Ercan Yilmaz, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de