11:39 22 Sibat 2018
Zindî
    Wesayita leşkerî li jinekê da

    Li Kerboran wesayîta polîsan li jinekê qelibî

    © Foto: Omer Farûk Baran
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Li navçeya Taxa Saray a Kerboran a bi ser Mêrdînê ve doh ber êvarê wesayîteke polîsan a zirxpoşî li jineke di ser 60 salî re a bi navê Fatma Nure Dursun qelibî.

    Doh ber êvarê wesayîta zirxpoşî ya polîsan li taxa Saray a Kerboran li jinekê bi navê Fatma Nure Dursun qelibî. Dursuna ku bi ambûlansa ji bo nexweşxaneya Midyadê hate rakirin. Hat ragihandin ku di encama lê qelibîna wesayîta zirxî de li gel çeng û çîmên Dursun di laşê wê de jî gelek hestî şikestine.

    Herî dawî li Batmanê di roja 5ê Mijdarê de wesayîteke zirxî ya leşkerî li wesayîta sivîlan qelibî bû û di encamê de 5 kes birîndar bibûn. Ji aliyê din ve piştî rewşa awarte li bajarê kurdan 19 qezayên ku wesayîtên zirxî kirine pêk hatin. Di van qezayan de nêzî 30 kesî jiyana xwe ji dest dan.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Muşê trên li mînîbusê qelibî: 2 mirî 2 jî birîndar
    Li Batmanê zarokê ku leşker bi wesayîta xwe lê qelibî jiyana xwe ji dest da
    Otobusa rêwiyan li dîwarê tunelê qelibî: 36 mirî û 13 birîndar
    Balafir li ser otorêyê li otomobîlê qelibî
    Li Kemerovoyê wesayîta zirxî ya leşkerî, li otomobîla ku dilezand qelibî
    Helîkoptera ku li çiya qelibî ket: 8 mirî
    Etîketan:
    qelibîn, zirxî, wesayît, Fatma Nure Dursun, Kerboran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de