19:24 19 Hezîran 2018
A Turkish flag waves in front of NATO's one

Serokomariya Tirkiye: Êdî wext hatiye ku em, endamtiya xwe ya NATO darîçav bikin

© AFP 2018 / BENOIT DOPPAGNE / BELGA
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Serşêwirmendê Serokomarê Tirkiyê Yalçin Topçu derbarê bûyera ku di tetbîqata NATOyê de qewimî bû axivî û ragihand ku, "Li paş hemû derbeyan û pîşesaziya parastinê de NATO heye. Wext hatiye ku em endamtiya xwe ya ji bo NATOyê ji ber çevan re derbas bikin."

Topçû derbarê bûyera ku di tatbîqata NATOyê ya li Norwêçê de ku fotografê avakarê Komara Tirkiyeyê Mustafa Kemal Atatûrk û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan wekî dijmin hatibûn nîşandan axifî û got: "Ev yek wekî rezaletê. Ev helwesta bêedeb û bêşerefiyane helwesta NATO ya li hember welatê me nîşan daye û hebûna me ya di NATOyê de kiriye cihê pirsiyariyê. Li paş hemû derbeyan NATO heye. Êdî wext hatiye ku em endamtiya xwe ya NATOyê di ber çav re derbas bikin."

Bi heman mijarî:

NATO hejmara leşkerên xwe li Afganistanê derdixîne 16 hezaran
Şoygu: NATO çekên êrîşê sewqî sînorê Rûsya dike
NATO dê 3 hezar leşker bişîne Afganistanê
‘NATO nikare êrişa Rûsyayê têk bibe'
Ji NATO ji bo Tirkiyê û Amerîkayê: Biaxifin
Parlamenterê HDPê bû cîgirê serokê NATO-PAyê
Etîketan:
rezalet, serokomar, fotograf, Yalçı Topçu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de