20:59 21 Hezîran 2018
Parlamentoya Tirkiyeyê

Ji bo serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê ji AKPê du kes bûn namzed

© REUTERS / Umit Bektas
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Li Lijneya Giştîya Parlamentoya Tirkiyeyê îro di saet 14.00an de ji bo hilbijartinên serokatiya parlamentoya dayîna dengan tê destpêkirin.

Li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê îro di saet 14.00an de ji bo dewra duyem a serdema 26an dengdayîna ji bo hilbijartinên serokatiya parlamentoyê dest pê dike.

Di dengdayîna ku dê bi nepenî were lidarxistin de ji AKPê du namzed beşdar dibin. Yek ji wan Parlamenterê Stenbolê û serokê niha yê parlamentoyê Îsmail Kahraman e, yek jî Parlamenterê Edene yê AKPê Tamer Dagli ye. Li beramberî vê yekê jî AKP dê piştgiriyê bide Kahraman.

Ji aliyê din ve di hilbijartinan de li ser navê HDPê Parlamentera HDPê ya Colemêrgê Selma Irmak, li ser navê CHPê Parlamenterê Îzmîrê Zekeriya Temizel, li ser navê MHPê jî Parlamenterê Stenbolê Celal Adan namzed in.

VÊ HEFTEYÊ LI PARLAMENTOYÊ DOSYEYA LEYLA ZANA JÎ TÊ NÎQAŞKIRIN

Li gel vê yekê vê hefteyê li Parlamentoya Tirkiyeyê mijara dosyeya beşdarnebûna parlamentoya ya Parlamentera HDPê ya Agiriyê Leyla Zana jî dê were nîqaşkirin.

Leyla Zana heta niha bêyî ku sondê bixwe beşdarî 212 danişînên Parlamentoya Tirkiyeyê nebûye. Komisyona Tevlihev (Destûra Bingehîn û Dadê) a Parlamentoya Tirkiyeyê dê ji bo beşdarnebûna danişînan a Leyla Zana li hev kom bibe. Ger komisyon ji ber beşdarnebûnê biryara ‘betalkirina parlamenteriya' Zana bide, wê dosyeyê bişîne Lijneya Giştî ya Parlamentoyê û ger parlamento jî heman biryarê bide. Parlamenteriya Leyla Zana wê betal bibe.

Bi heman mijarî:

'Ta dawiya salê dibe bo geşta bêvîze ya navbera Rûsya û Tirkiyeyê gavên mezin bên avêtin'
‘150 çekdarên nêzîkî artêşa Tirkiyeyê bi malbatên xwe re tevlî HSDê bûn'
Lavrov: Li Antalyayê bi Iran û Tirkiyeyê re em li ser hemû mijaran axivîn, me li hev kir
Pisporê rûsî: Egerên Tirkiyeyê hene ku Amerîkayê bi piştgiriya DAIŞê tawanbar bike
NATOyê ji Tirkiyeyê lêborîna xwe xwest
Amerîka derbarê standina S-400î de Tirkiyeyê hişyar kir
Etîketan:
hilbijartin, Parlamentera HDPê ya Colemêrgê, Parlamentera HDPê ya Agiriyê, Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê, AKP, Îsmaîl Kahraman, Leyla Zana, Selma Irmak, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de