21:54 22 Sibat 2018
Zindî
    Pasaport

    'Ta dawiya salê dibe bo geşta bêvîze ya navbera Rûsya û Tirkiyeyê gavên mezin bên avêtin'

    © Sputnik.
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Koma Dostanî ya Navparlamentoyan a Tirkiye-Rûsyayê û Parlamenterê AKPê yê Manîsayê Recai Berber, ku hefteya borî di nava şandeya Tirk a serdana Rûsyayê kir de cih girtibû, got, ji bo geşta bêvîze ya ji Tirkiyeyê ji bo Rûsyayê heta dawiya salê dibe ku ‘gavên mezin' werin avêtin.

    Berber di daxuyaniya xwe ya ji bo Sputnikê de ev tişt gotin, "Ez difikirim ku di warê vîzeyan de heta dawiyê salê wê gavên mezin werin avêtin. Bi ya min di sala 2018an de vîze herî kêm ji bo demekê be jî wê werin rakirin û geşta bêvîze wê dîsa dest pê bike."

    Berber anî ziman k udi warê vîzeyan geşedan hene lê mija hêj nehatiye encamdan û li ser destpêkirina geşta bêvîzeyan got, "Ji bo mijara vîzeyan veguhere rewşa bere divê gav werin avêtin. Ji ber ku karekî zêde heye. Di vê rewşê de bandoreke sînordar a vîzeyan heye û çûnûhatina mirovan zehmet dike. Ji ber vê yeke wekî berê serdanên ji bo sê mehan an jî mehekê divê ji vîzeyan muaf werin girtin. Di vê mijarê de jî geşedan hene lê hêj bi encam nebûne."

    Hêjayî gotinê ye ku hefteya borî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tyaip Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li bajarê Soçî yê Rûsyayê li hev kom bûn. Pûtîn û Erdogan piştî civînê daxûyanî dabûn û diyar kiribûn ku têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê gihîştine qonaxa ‘beriya qeyranê'.

    Bi heman mijarî:

    ‘Radara ku difire' ya nû ya Rûsyayê cara ewil firiye
    Rûsyayê li KENYyê pêşnûmaya Sûriyeyê veto kir
    'Peywendiyeke xurt a li gel Kurdistanê wê bibe alîkariya stratejiya Rûsyayê'
    Ji WADAyê bo Rûsyayê biryareke xembar
    ‘Serdana Erdogan bo Rûsyayê tenê bi kêrê firotina firingiyan hat'
    Lavrov: ‘îddiayên ku Rûsyayê mudaxaleyî hilbijartinan kiriye nîşaneyên hîsterik in'
    Etîketan:
    geşt, vîze, Serokê Koma Dostanî ya Navparlamentoyên Tirkiye-Rûsyayê, Recai Berber, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de