17:56 21 Sibat 2018
Zindî
    Karker

    70 karkerî întîxar kir

    © AP Photo/ Matt Dunham
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di demên dawî de ji ber deyn, krîzên aborî û pêşerojeke nediyar karker întîxar dikin. Di sala 2017an de 71 karkerî dawî li jiyana xwe anî.

    Di demên dawî de ji ber deyn, krîzên aborî û pêşerojeke nediyar karker întîxar dikin. Di sala 2017an de 71 karkerî dawî li jiyana xwe anî. Herî dawî parastvanê taybet ku di istasyona trafo ya Înegola Bursayê dixebitî întîxar kir.

    Huseyin Rehberê 35 salî ku di îstasyona trafo ya Înegola Bursayê de wekî patrastvanê taybet dixebitî demançe berda serê xwe û întîxar kir.

    Rehber ev 10 sal in li îstasyonê parastvanê taybet e û li gorî îdîayan roja bûyerê seet li dora 16:00an kete odeya parastvanan û demançe berda serê xwe. Hevalên Rehber bi dengê demançeyê hisiyan û dema hatin odê ew di nava xwînê de dîtin. Rehber berî ku rakin nexweşxaneyê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Li gorî îdîayan Rehber ji ber tengasiyên ekonomîk întîhar kir.

    Bi heman mijarî:

    Li Şirnexê di kana komirê de hezaz çêbû: 6 karker can dan
    Li Şirnexê 3 karker hatin kuştin
    Qeyûm 84 karker ji kar derxistin
    346 karker rakirin nexweşxanê
    Silêmanî: Borî teqîya, 7 karker birîndar bûn
    Etîketan:
    Karkerên ku întîxar dikin, Bursa, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de