01:04 19 Kanûn 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    ‘Ti kes newêre bêje Erdogan ji te mezintir Xweda heye'

    © AP Photo/ Murat Cetinmuhurdar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Cîgirê Serokê Partiya Saadetê Hasan Bitmez di axaftina xwe de rahihand ku Erdogan dibêje ez tenê mame, lê sedema tenêmayînê jî dîsa ew e. Ti kesê derdora wî newêre bêje Erdogan ji mezintir Xweda heye.

    Recep Tayyip Erdoğan
    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Cîgirê Serokê Partiya Saadetê Hasan Bitmez li Zonguldakê di kongreya paritiya xwe de got: "Serokomar Recep Tayyip Erdogan dibêje ez tenê mame. Sedema tenêmayînê jî dîsa ew bi xwe ye. Erdogan kesên ku pesnê wî didin li derdora xwe dihêle û ti kes ji wan newêre ji Erdogan re bêje ji te mezintir Xweda heye."

    Hasan Bitmez di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin bendbendî ye. Tirkiye baş nayê birêvebirin. Ji bo welatê me talûkeya herî mezin bi şexsekî birêvebirina welat e. Erdogan gelek caran dibêje ez tenê mame. Sedema tenêmayînê jî ew bi xwe ye. Li cem wî kesekî ku rast bikaribe aqil bide û dema îstîşare bike agahiyên rast bide nemaye. Kesên ku pesnê wî didin li cem xwe dihêle û ew jî newêrin bêjin ji te mezintir Xweda heye. Erdogan çi dibêje yên derdora wî dibêjin ti rast dike û li gorî wî hewl didin. Lewma welatê me bi talûkeya ku tenê kesek birêve bibe re rû bi rû maye."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Li Efrînê em ê gavan biavêjin
    HDPê bersiv da gotinên Erdogan ku gotibû terorîst 15 zarok tînin
    Erdogan: Me Leşkerên xwe ji tetbîqata NATOyê vekişandin
    Erdogan: Me di hevdîtina ligel Pûtîn de li ser peredayîna S-400an li hev kir
    Erdogan: Em amade ne her gavê bavînin
    Etîketan:
    Cîgirê Serokê Partiya Saadetê, Recep Tayyip Erdogan, Hasan Bitmez, Zonguldak, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de