17:43 18 Kanûn 2017
Zindî
    DAIŞ

    DAIŞîyê ku birayê xwe înfaz kiribû hat girtin

    © REUTERS/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Milîtanê DAIŞê yê Iraqî Abdulxaliq Abdulqadir Alî ku birayê xwe yê dijberiya DAIŞê dikir, bi destê xwe înfaz kiribû ligel 6 kesan li bajarê Kayserî yê Tirkiyê hat girtin.

    Alî birayê xwe bi guleya ku berdabû serê wî kuştibû û vîdyoya înfazê jî ji bo propagandayê ji aliyê DAIŞê ve hatibû weşandin.

    Li Kayseriyê ji nav 8 kesên ku hatibûn binçavkirin, Abdulxaliq Abdulqadir Alî piştî lêpirsîna dozgeriyê ya li navenda asayîşê derketin pêşberî dadgehê.

    Ji nav 8 kesên hatibûn binçavkirin, kesek hat berdan, kesek bi şertê kontrola adlî hat berden û 6 kesên din jî hatin girtin.

    Abdulxaliq Abdulqadir Alî di lêpirsîna dozgeriyê de li ser kuştina birayê xwe gotiye, rêxistinê jê xwestiye birayê xwe yê ji DAIŞê re bûye muxalîf ji bo dilsoziya xwe ya rêxistinê nîşan bide bikuje.

    Bi heman mijarî:

    Helgurd Hikmet: Biryara alîkariya Pêşmerge ya Amerîkayê pir erênî ye
    Brîtanya: Me peymana YPG û DAIŞê qebûl nekir, lê mebest rizgarkirina sivîlan bû
    Berdevka Wezîrê Rûsî bi delalbûna xwe mirov dike heyran ji xwe re
    Li Dêra Zorê wesayîteke bombekirî teqiya: 20 mirî
    Şirketa partnera Spûtnîkê li Amerîkayê ‘wek ajanê biyanî’ hat tomarkirin
    Hemû parlamentarên fraksiyona PDKê vedigerin Bexdayê
    Iraq: DAIŞ ji aliyê leşkerî ve qediya
    Etîketan:
    Tirkiye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de