13:39 18 Kanûn 2017
Zindî
    Selahattin Demirtaş

    Demirtaş nivîsî: Dê dahatên kitêba min ji bo perwerdehiya zarok û gêncan werin xerc kirin

    © AP Photo/ Petros Giannakouris
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatin Demirtaş diyar kir ku dahatên ji ber kitêba wî ya çîrokan a bi navê Seher werin ku di girtîgehê de nivîsîbû dê ji bo pêvajoya perwerdehiya zarok û gêncan were xerc kirin.

    Selahatin Demirtaş di ser hesabê xwe yê Twitterê re ku di meha Îlonê de ji aliyên birêveberiên partiya wî û parêzerên wî ve hatibû çalak kirin, li ser kitêba xwe ya ku bi deh hezaran hatibû firotin hinek daxuyanî dan.

    Demîrtaş nivîsiye ku: "Ji ber eleqe û piştgiriya ku ji bo kitêba min hatiye nîşandan, ji herkesî re gelekî spas dikim."

    Daxuyaniyên din yên Demirtaş wisa ne: "Ev kitêb ya rastî kitebeke wisaye ku me tevan di nava têkoşînê de nivîsiye. Ez dizanim ku piştgiriya we û eleqeya ji şexsê min bêtir ji bo nirxên demokratîk e. Bi vî aliyê wê ez gelekî watedar û bi qîmet dibînim."

     

    Serokê HDP Demirtaş herwiha diyar ki ku dê dahata ji ber kitêbê hatî ji bo pêvajoya perwerdehiya zarok û gêncan xerc bikin.

     

    Demirtaş nivîsiye ku "Helbet Bêkes jî di nav de" û nîşan daye ku dê mesrefên perwerdehiya Bêkes ê kurê Mehmet Tunç ku di bodrûmên Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû jî dê were dayin.

    Bi heman mijarî:

    Raportora APyê Kati Piri derbarê Demirtaş de şandeyek parve kir
    Girtina Demirtaş û parlamenterên din ên HDPê hat protestokirin
    Çîroka Selahatin Demirtaş dibe fîlm
    Wezareta Dadê Demirtaş kir ‘milîtanê rêxistina çekdar’
    Demirtaş: Dibe ku dev ji serokatiyê berdim
    Dê Selahatin Demirtaş dernekeve mehkemê
    Etîketan:
    watedar, kiteb, perwerdehî, Selahatin Demirtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de