03:16 23 Nîsan 2018
    Şêranî li bajarê Sûriyeyê

    Şêraniya kurdî ya li Ruhayê tê çêkirin bi awayekî fermî hat tomarkirin

    © AFP 2018 / ABDULMONAM EASSA
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Tomarkirina şêraniya "Şiilik"ê ya kurdî ya bajarê Ruhayê yê gastronomî bi belgeya îşareta erdnîgarî welatî û hilberîner kêfxweş kirin.

    Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Ruhayê(ŞUTOS) ji bo belgeya tescîlkirina îşareta erdnîgarî serî li Saziya Marka û Patenetê ya Tirkiyeyê dabû û ew serîlêdan hat pesendkirin.

    Şilik wek krepê ji hevîrê çêdibe û gûzan dixin nav de û piştî wê wê peqlawê dipêçin û dûre şerbeteke bi rûn lê dike. Ev şêranî li Ruhayê ji mêj ve tê xwarin.

    Serokê Heyeta Qeyûm a SUTSOyê Ismail Demirkol diyar kir ku bajarê Ruhatê yê kevnar ku mêvandariya gelek şaristaniyan kiriye xwedan mîrata medbexeke zengîn e.

    Demirkol diyar ki ku ji bo wergirtina Belgeya Tescîla Îşareta Erdnîgarî, wan di 7ê Temûzê de serî lê daye û wiha pê de çû: "Serîlêdana me qebûl bû. Înşelleh em ê di 20ê Mijdarê de belgeya xwe ya bistînin. Bila li ser xêrê be ji bo Ruhatê. Înşelleh em xebatên xwe dewam bikin daku em hemû berhemên xwe tescîl bikin."

     

    Bi heman mijarî:

    Amerîka bangî Iraq û Herêma Kurdistanê kir
    Goran û Yekgirtûya Îslamî: Nabe welatiyên Kurdistanê baca şaşiyên berpirsyaran bidin
    Li Kurdistanê erdhejek çêbû: Mirî û birîndar hene
    Herêma Kurdistanê ji bo erdhejê maseya krîzê ava kir
    DBPê derbarê erdheja li Kurdistanê de daxuyanî da
    Wezîrê Tendirustî yê Kurdistanê reqema miriyên erdhejê eşkere kir
    Hemû bendavên Kurdistanê zirar dîtine lê ya Derbendîxanê ya herî zêde ye
    Etîketan:
    ŞUTOS, Ismail Demirkol, Ruha
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de