17:06 24 Nîsan 2018
    AKP - AKPê

    AKP: Divê hem Amerîka hem jî Esad li dadgeha sûcên şer werin darizandin

    © AFP 2018 /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokê Dezgeha îstîxbarata Sererkaniya Tirkiyê yê berê yên postnişîn Korgeneral Ismail Hakki Pekin, ragihand ku ew li hêvî dike ku dê li lûtkeya ku li Soçiyê di mijara Suriyê de li dardikeve de wê biryarek derkeve û weha axifî: "Ez difikirim ku dê li ser çawabûna çareseriya siyasî û bi projeyeke hevpar ya çûna Cenevreyê biryarek derkeve."

    Di 22 Mijdarê de li bajarê Soçî yê Rûsyayê bi beşdariya Rûsya, Îran û Tirkiyê dê civîneke li ser Sûriye were li darxistin. Di çarçoveya civîna ku dê bi mazûvaniya Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li darbikeve de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan dê di nava deh rojan de çara duyemîn biçe Rûsyayê. Tê payin ku Serokomarê Îranê Hesen Rûxanî jî beşdarî civînê bibe. Berî lûtkeyê wezîrên karên derve yê her 3 dewletan dê li Antalya ya Tirkiyê werin gel hev.

    RÛSYA ÎRAN Û TIRKIYE XETERE DÎTIN
    Derbarê lûtkeya ku dê li Soçî were li darxistin de Parlamenterê AKPê yê Stenbolê Metin Kulunk ji Sputnikê re axifî û got: "Li Soçiyê dê civîneke gelekî pozîtîf li dar bikeve. Lewra em qala 3 dewletan dikin ku dikarin lîstika xerab ya cîhanê têk bibin. Di cîhanê de lîstika xerab jî ew e ku ji serê sedsala 20an ve di jêr sernavê netewe dewletê de, dewletên din cuda bike, perçe bike û birêve bibe ye. Lê belê ya diyar ew e ku Rûsya, Îran û Tirkiye ev xetere dîtine.

    ‘DIVÊ HEM AMERÎKA HEM JÎ ESAD DI DADGEHA SÛCÊN ŞER DE WERIN DARIZANDIN'

    Kulunk nûçeya ku BBCyê weşandibû û tê de milîtanên DAIŞê li gel ku Amerîka û PYD jê haydar bin ji Reqayê derketine jî nirxand û weha got: "Amerîka li ser sûc hate girtin. Endamên rexistina terorî DAIŞê di jêr raçaviya Amerîkayê de, bi awayekî ewlehî ji Reqayê derbasî herêma di jêr kontrola PYDê bûne. Divê Amerîka li dadgeheke bê alî ya nevneteweyî ya sûcên şer de were darizandin. Lê divê em vê jî ji bîr nekin. Divê sûcên ku Esad şeş salan pê de bi bombeyên warîlî, çekên kîmyewî li hember gelê Sûriyê kirine jî li dadgeha sûcên şer werin darizandin.

    ‘WÊ WERE NÎQAŞKIRIN BÊ KA ÇARESERIYA SIYASÎ DIVÊ ÇAWA BE'

    Di mijara lûtkeya li Soçî de korgeneralê postnişîn Ismail Hakki Pekin jî ji Sputnikê re axifî û weha got: "Civîna Rûsya Tirkiye û Îranê gelekî giring e. Li vê derê dê were nîqaşkirin bê ka divê çareseriya siyasî çawa be. Wê kî, kû derê kontrol bike, rewşa li Bakurê Sûriyê dê bibe çi, Efrîn dê çawa were kontrol kirin, kêşeya Tirkiyê bi pêkhayeua kurd ya li bakurê Sûriyê re heye. Divê ev tev werin çareser kirin."

    ‘HEKE 3 DEWLET LI HEV NEKIN BI AWAYEKÎ BI HÊZ NIKARIN BIÇIN CENEVREYÊ'

    Pekin diyar kir ku her 3 dewlet di mijara Sûriyê de xwedî fikrên cuda ne û weha pê de çû: "Di mijara PYDê de fikrên cuda hene. Di mijara karîgeriya Îranê ya li herêmê de fikrên cuda hene, divê li ser van were li hev kirin. Heke li hev nekin di civîna li Cenevreyê de em ê lawaz bimînin. Heke van çareser bikin û bi wî awayî biçin civîna Cenevreyê ev giring e.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan dê li Soçiyê bi Pûtîn û Rûhanî re hevdîtin pêk bîne: Mijar Sûriye ye
    Sûriye: Tevahiya Ebû Kemal ji DAIŞê hate stendin
    Beriya şer û piştî şer Sûriye
    Sûriye. Destpêka dawiyê ye?
    Sûriye: Hebûna Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê ne rewa ye
    Sûriye: Em hebûna leşkerî ya Tirkiyê wek êrîşkarî û dagirkerî dibînin
    Etîketan:
    dewlet, netew, civîn, Sputnik, Ismail Hakki Pekin, Metin Kulunk, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de