08:45 23 Nîsan 2018
    hdp-mîtîng

    Serokê HDPyî: Di bidawîbûna pêvajoya aşitiyê de berpirsyariya me jî heye

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê HDPê yê bajarê Wanê umit Dede diyar kir di warê bidawîbûna pêvajoya çareseriyê de berpirsyariya partiya wan jî heye û got, "Divê em rexne li xwe jî bigirin."

    Recep Tayyip Erdogan
    © AP Photo / Burhan Ozbilici
    Meha borî li Wanê kongreya asayî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatibû lidarxistin û di encamê de Umit Dede û Yadîşen Karabulut wekî hevserok hatibû hilbijartin.

    Dede îro di civîna çapemeniyê de axivî û got, "Me dizanîbû wê di pêvajoya hilbijartinê de hinek provokasyon pêk werin. Wekî nimûne, li Tendurekê gelê Agiriyê provokasyonek asteng kir û divê me jî li dijî hemû provokasyonan wê refleksa gele Agiriyê nîşan bida. Bidawîbûna vê serdemê û bi destpêkirina pêvajoya şer nîşan da ku di navbera salên 2015-2017an de pêwistiya me çi qasî bi aşitiyê heye."

    Umit Dede dest nişan kir ku divê pirsgirêka kurdî bi rêbazên demokratik were çareserkirin û ev tişt anîn ziman: "Di sala 2015an de tişta ku herî zede gel bi hêvî kir, rêkeftina Dolmabahçeyê. Lê paşê bi gotina Serokomar Erdogan a "Dolmabahçe tune ye, müzakere tune ye" pêvajoyeke din dest pê kir û me div ê pêvajoyê de hêviya xwe aşitî û demokrasiye wenda kir. Bêguman div ê yekê de berpirsyariya HDPê jî heye û em difikirin ku divê em jî rexneyê li xwe bigirin."

    Bi heman mijarî:

    HDP: Biryara Dadgeha Bilind a Destûrê tune tê hesibandin
    'Bila welatiyên di nava HDP û PKKê de xwe radestî Artêşa Tirk bikin'
    Hevserokên HDP û BDPê yên şaxa bajarê Erdexanê hatin binçavkirin
    Doza Parlamenterê HDPê hat taloq kirin
    Dadgeha Destûra Bingehîn daxwaza parlamentera HDPê red kir
    Ji bo doza 10 parlamentarên HDPê biryar hat dayîn
    Etîketan:
    bidawîbûn, pêvajoya çareseriyê, Serokê HDPê yê Wanê, Umit Dede, Wan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de