07:42 27 Nîsan 2018
    Alaya Nato û Tirkiyeyê

    NATOyê ji Tirkiyeyê lêborîna xwe xwest

    © AFP 2018 / BENOIT DOPPAGNE / BELGA
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 00

    Li gorî nûçeya NTVya tirk serbazê ku fotografê ku serokwezîrê tirk weke kêlika nîşanê bikaranîbû ji artêşê hate avêtin, herwiha hate ragihandin ku kesê ku fotografê Mustafa Kemal Ataturk hilbijartibû jî teknikerek e.

    Serokomarê tirk û Serokê Partiya AKPê Recep Tayyip Erdogan rahgihandibû ku ji ber wêneyê wî û avakarê Komara Tirkiyeyê Mustafa Kemal Ataturk di nava tabloya neyarane di tetbîqata NATOyê ya li Norwêcê de nîşandabûn, 40 leşkerên xwe yê ku beşdarî tetbîqata NATOyê bibûn, bi şûn de vekişandibûn û gotibû, "Hevpeymaniyeke wiha nabe." û bertek nîşan da.

    ERDOGAN: TIFAQEKE WIHA NABE

    Erdogan di civîna xwe ya serokên bajaran de ragihandibû ku ji tetbîqata ku NATO birêve dibe de 40 leşkerên xwe bi şûn de kişandibûn. Erdogan bertek nîşan dabûn û gotibû, "tifaqeke wiha nabe."Natoryê g ji Tirkiyeyê

    NATOyê LÊBORÎNA XWE XWEST

    J hêla din ve Sekretêrê giştî yê NATOyê Stoltenberg derbarê skandala tetbîqatê de ji Tirkiyeyê lêborîna xwe xwest

    Bi heman mijarî:

    Di festîvala sehafan de kitêbên kurdî balê dikşînin
    Heşda Şabî: Mê bajarê Rawa ji destê DAIŞê rizgar kir
    Lavrovî ji bo Libnanê daxuyaniyek da
    Birêveberê Balafirgeha Silêmaniyê: Hikûmeta Federal tenê destûrê dide hinek karên taybet
    Ziyanê erdheja Helebçeyê eşkere bû
    Etîketan:
    tifaq, NATO, Erdogan, Tirkiye, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de