10:26 23 Nîsan 2018
    PKK

    Walîtiya Amedê: Di encama şerê li Hezroyê de 2 endamên PKKê hatin kuştin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Li 4 gundên girêdayî navçeya Pasûrê ya Amedê ji bo operasyona leşkerî qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Walîtiya Amedê derbarê ragihandina qedexeyê û şerê li navçeya Hezroyê ya di navbera PKKê û leşkerên tirk de daxuyanî da.

    Walîtiya Amedê ragihand ku bi hinceta operasyona leşkerî li 4 gundên girêdayî Pasûrê qedexeya derketina derve ragihandine û têkildarî şerê li navçeya Hezroyê daxuyanîyek weşand û eşkere kir ku di encama şerê şevê din qewimîye de 2 endamên PKKê hatine kuştin.

    Walîtiyê destnîşna kir ku qedexeya derketina derve bi hinceta operasyonên leşkerî heye îro saet di 05.00an de dest pê kir. Walîtiya Amedê duh jî serê sibê li 12 gund û gundikên girêdayî navçeya Farqîna Amedê "qedexeya derketina derve" ragihandibû. Qedexeya derketina derve ya 12 gund û gundikan didome.

    LI HEZRO ŞER

    Walitîya Amedê têkildarî şerê li navçeya Hezroyê daxuyanîyek weşand. Walitiyê di daxuyanîyê de ragihand ku di encama şerê şevî di de 2 PKKî hatine kuştin û kesek jî bi gumana alikariyê hatîye desteserkirin.

    Bi heman mijarî:

    Di navbera PKKê û leşkerên tirk de şer derket
    Endamên PKKê êrişî qeroqolê kirin: Mirî û birîndar hene
    Li Agiriyê droneyeke bombebarkirî ya aydî PKKê hat dîtin
    Balafirê şer ên Tirkiyeyê li hemberî çeperên PKKê operasyon pêk anîn
    3 xwendekar bi îdiaya propagandaya PKKê hatin desteserkirin
    Etîketan:
    qedexe, şer, PKK, Walîtiya Amedê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de