22:20 19 Nîsan 2018
    Binali Yildirim

    Serokwezîrê Tirk Yildirim çû Şirnexê

    © REUTERS / Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezirê Tirkiyeyê Binali Yildirim ji bo hinek vekirin û serdanan li gel cîgirê xwe Bekir Bozdag û Wezirê Karên Navxweyî Suleyman Soylu çû Şirnexê.

    Recep Tayyip Erdoğan
    © Sputnik / Sergey Guneev
    Serokwezirê Tirkiyeyê Binali Yildirim ji bo hinek vekirin û serdanan çû Şirnexê. Berîya hatina Yildirim, ji şevê di ve li navend û navçeyên bajêr bergiriyên ewlehiyê tên girtin. Li nav taxan noqteyên kontrola lêgerînê hatin avakirin û welatî di lêgerîna GBTê de tên derbas kirin.

    Herwisa li kolanên navçeyê her ji 20 metroyan li cihekî polis û zabite bergirî girtin. Dê Yildirim Mizgefta Mezin a Cizîrê û Qeymeqamiyê ziyaret bike. Hemû riyên diçin vir ji çûnûhatinê re hatin girtin. Wesayîtên li ser van riyan ji aliyê komên trafîkê ve tên rakirin. Li navenda navçeyê maşîneyên zirxî digerin û welatiyên bi guman dibînin li ser wan digerin.

    Serokwezîr Yildirim li gel cîgirê xwe Bekir Bozdag û Wezirê Karên Navxweyî Suleyman Soylu bi balafira taybet li Balafirgeha Şerafettîn Elçî daketin û nimêja Înê li Mizgefta Mezin kirin. Yildirim piştî axaftina xwe ya Şirnexê dê derbasî Cizirê bibe.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Me Leşkerên xwe ji tetbîqata NATOyê vekişandin
    Erdogan: Me di hevdîtina ligel Pûtîn de li ser peredayîna S-400an li hev kir
    ‘Dibe Erdogan şerê kurd-tirkan bide destpêkirin'
    Erdogan: Hin kes di nav me de hene ku şerm nekin dê pesnê FETOyê bidin
    ‘Erdogan pir zêde ji Serokwezîr Yildirim aciz bûye'
    Yildirim bo YPGê got: Me tiştên pêwîst gotin, Amerîkayê jî bersiva neyênî neda
    Serokwezîrê tirk Yildirim li Qesra Spî ye
    Etîketan:
    çûn, serdan, Serokwezîrê Tirkiyeyê, Binali Yildirim, Tirkiye, Şirnex
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de