05:55 20 Nîsan 2018
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: Me Leşkerên xwe ji tetbîqata NATOyê vekişandin

    © REUTERS / Axel Schmidt
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îddia kir ku ‘hewcedarî' bi operayona leşkerî ya li ser Efrînê heye û Amerîka li hemberî operasyonên Tirkiyeyê yên bi ser DAIŞê û PYDê rê li ber digire.

    Karikatur
    © Sputnik / Vitaliy Podvitski
    Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Partiya Edalet û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyip Erdogan rahgihand ku ji ber wêneyê wî û avakarê Komara Tirkiyeyê Mustafa Kemal Ataturk di nava tabloya neyarane di tetbîqata NATOyê ya li Norwêcê de nîşandabûn, 40 leşkerên xwe yê ku beşdarî tetbîqata NATOyê bibûn, bi şûn de vekişandine.

    Serokomarê Tirk diyar kir ku parastina demografiya Efrînê jî di nav hesasiyetên wan de cih digire û got, "Di warê PYDê de helwesta me eşkere ye. Em ji vê yeke tawîzê nadin. Tê zanîn ku Amerîka di gavavêtinên xwe yên li dijî DAIŞê de komên wekî PYD-YPGê bi kar tîne. Li Reqa û Minbicê komên wekî van hatin bikaranîn. Minbic, ku şêniyên wê yên eslî Ereb in û ji wir hatin qewirandin, ji bo PYD-YPGê hatiye pêşkeşkirin. Heman tişt ji bo Reqayê jî derbasdar e."

    Bi heman mijarî:

    Amerîka derbarê standina S-400î de Tirkiyeyê hişyar kir
    Gava erdhej çêbû, Viyan Dexîla zindî diaxivî çi kir?
    Li Kurdistana Îranê ji bo Kirmaşanê kampanyaya 'Çavê welêt li me ye' dest pê kir
    Rûsyayê li KENYyê pêşnûmaya Sûriyeyê veto kir
    Erdogan: Me di hevdîtina ligel Pûtîn de li ser peredayîna S-400an li hev kir
    Etîketan:
    leşker, NATO, Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de