02:34 28 Gulan 2018
Vladimîr Pûtîn û Recep Tayyip Erdogan

Erdogan: Me di hevdîtina ligel Pûtîn de li ser peredayîna S-400an li hev kir

© Sputnik / Sergey Guneev
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan daxuyand ku wan di hevdîtina li gel Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de li ser peredayîna ji bo kirinîna pergala moşekên S-400î li hev kiriye. Erdogan herwisa derbirî ku ger PYD û YPG tevlî pêvajoya Cenevê an jî Asatanayê, ew dê teqez li ser wê maseyê rûnenin.

Recep Tayyip Erdoğan
© Sputnik / Sergey Guneev
Li gorî agahiyên rojnameya Tirkî ya bi navê Haberturkê Erdogan li ser kirîna pergala moşekên S-400î ji Rûsyayê got, "Beriya her tiştî em li ser S-400an hevdîtinê dikin. Peyman hat îmzakirin, hevdîtinên li ser hûrgiliyan jî berdewam dikin. Meseleya avans û krêdiyê heye. Di warê faîzê ya peredayînê de jî me di hevdîtina xwe de li hev kir. Derket holê ku nêzikatiya burokratan û ya me herduyan cuda ye. Ger hevalên me hewl bidin, gava em di 22yê mehê de werin cem hevdu em ê mesafeyeke girîng derbas bikin."

‘EM Ê BI ERÊNÎ LI DAXWAZA ÎRANÊ YA JI BO EFRÎNÊ NENÊRIN'

Erdogan diyar kir ku ew dê di hevdîtina 22yê mehê ya li Soçiyê de li ser mijara Idlîb û Efrînê bisekinin û got, "Em ji bo noqteyên çavdêriyê li Idlibê li hemberî Îranê jî nerm tevdigerin. Lê Îran vê yekê ji bo Efrînê jî bixwaze, em bi erênî lê nanêrin. Ji ber ku di lûtkeya G-20an a li Hamburgê de Rûsyayê soza şûndevekişandinê da me. Ji bo şûndevekişandina Rûsyayê ji wir û herwisa ji ber nerehetiyên me yên li hemberî tacîz û gefên ji wir dê rêzê ji Tirkiyeyê re bigirin jî soz dabûn me."

‘EM JI HELWESTA XWE YA LI DIJÎ PYDÊ TAWÎZÊ NADIN'

Serokomarê Tirk diyar kir ku parastina demografiya Efrînê jî di nav hesasiyetên wan de cih digire û got, "Di warê PYDê de helwesta me eşkere ye. Em ji vê yeke tawîzê nadin. Tê zanîn ku Amerîka di gavavêtinên xwe yên li dijî DAIŞê de komên wekî PYD-YPGê bi kar tîne. Li Reqa û Minbicê komên wekî van hatin bikaranîn. Minbic, ku şêniyên wê yên eslî Ereb in û ji wir hatin qewirandin, ji bo PYD-YPGê hatiye pêşkeşkirin. Heman tişt ji bo Reqayê jî derbasdar e."

‘ATATURK KETIYE DESTÊ PKKÊ Û HDPÊ'

Erdogan bal kişand ser mijara di derbarê Ataturk de jî û îdia kir ku Ataturk ketiye deste PKKê û HDPê û ev tişt gotin, "Bifikirin êdî, Ataturk ketiye destê kê. Ketiye deste marksîstan, biborin lê ketiye deste PKKyiyan û HDPyiyan. Kî bi van re dimeşe? Qaşo Ataturkparêzî (Serokê CHPê Kemal) Kiliçdaroglu bi van re dimeşe."

Bi heman mijarî:

Erdogan: Em amade ne her gavê bavînin
Ji Kremlînê daxuyaniya civîna Pûtîn, Erdogan û Rûhanî
‘Serdana Erdogan bo Rûsyayê tenê bi kêrê firotina firingiyan hat'
‘Erdogan pir zêde ji Serokwezîr Yildirim aciz bûye'
Senatorê rûs: Dîplomasiya Pûtîn û Erdogan rast e
Etîketan:
lihevkirin, S-400, YPG, Serokê Dewleta Rûsyayê, Serokomarê Tirkiyeyê, Vladimîr Pûtîn, Recep Tayip Erdogan, Rûsya, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de