05:02 21 Nîsan 2018
    Recep Tayyip Erdoğan

    Erdogan: Em amade ne her gavê bavînin

    © Sputnik / Sergey Guneev
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan piştî serdana Kuweyt û Qetarê bersiva pirsên rojnamevanan da û ragihand ku ji bo berjewendiya xelkê xwe em amade ne bi MHPê re yekîtiyê ava bikin.

    Serokomar Erdogan ji bo axaftina Devlet Bahçeli ku gotibû ‘MHP hetanî dawî wê bi AKPê re şerê tekoşîna dijterorê bimeşîne' got: "Di serdama serokomariya min de min hemû nêzîkatiyên Bahçeli yên millî û netewperî pejirandin û dipejirînim. Ji vir û pê ve jî di noqteya neteweperî û ji bo hemû nirx û berjewendiyên welat û xelkê xwe, bi taybetî jî ji bo tekoşîna terorê em amade ne bi MHPê re gavam bavînin. Di vî warî qet de diduliya me tuneye."

    ‘BERÎ HILBIJARTINÊ DIBE TIFAQ PÊK WERE'

    Erdogan ji bo pirsa ‘gelo niha ji bo pergal, tifaq û bendava hilbijartinê xebatek heye an na?' got: "Di vî warî de ti xebatek tuneye. Li gorî min niha ev nîqaş hê zûye. Lê di mijara bendavê de pisporiya me têra xwe heye. Divê em ji hêla ekonomîk û aramiyê aborî li meseleye temaşe bikin. Bi 50+1ê îstîqrara siyasî tê. Dema em van hemûyan li ber çav bigrin dibe berî hilbijartinê tifaqek were rojevê û li ser wê xebat werin kirin. Ev jî karê rêvebiriyên me yên navendî ne."

    Bi heman mijarî:

    ‘Erdogan pir zêde ji Serokwezîr Yildirim aciz bûye'
    Erdogan: Hin kes di nav me de hene ku şerm nekin dê pesnê FETOyê bidin
    Rojeva hevdîtina Pûtîn û Erdogan diyar bû
    Kremlîn: Erdogan û Pûtîn bo hevdîtinekê nû amadekariyê dikin
    Erdogan: Wê Efrîn jî têkeve nava hevkariya me bi Rûsyayê re
    Etîketan:
    AKP, MHP, Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de