02:22 25 Gulan 2018
    Parlamentoya Tirkiyê TBMM

    ‘10 parlamenter haziriya îstîfayê dikin'

    © REUTERS / Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî avabûna ÎYÎ Partiyê ku serokatiya wê Meral Akşener dike, hinek parlamenter û bi 10 hezaran endamên MHPê îstîfa kiribûn. Li gorî îdîayan ji MHPê wê îstîfayên nû çêbibin.

    Devlet Bahçeli
    © AFP 2018 / ADEM ALTAN
    Li gorî nivîsa Sabahattin Onkibarê rojnameya Aydinlikê, 10 parlamenterên MHPeyî amadehiyê dikin ku ji partiya xwe îstîfa bikin.

    Sabahattin Onkibar di nivîsa xwe de got: "Li gorî axaftinên kulîsan grûba parlamento ya MHPê dikele. Gelek parlamenterên ku dibêjin partiya me nikare ji sedî 10an derbas bibe amadehiya îstîfayê dikin. Hejmara parlamenterên ku amadehiya îstîfayê dikin dora 10an e. Başe parlamenterên ku îstîfa bikin wê herin kur? Li gorî îdîayan hinek diçin AKP, hinek diçin ÎYÎ Partiyê û dibe çend jî herin nava CHPê."

    Onkibar di berdewamiya nivîsa xwe de dibêje: "Ji bo ku Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli vê talûkê ferq dike ji AKPê daxwaza daxistina bendava hilbijartinê dike kur ê li ber îstîfayan bigre."

    Bi heman mijarî:

    AKP, HDP û MHP wê kongreyên xwe di heman demê de li dar bixin
    'MHP ji bo avakirina ‘Koalîsyona Hikûmeta Neteweyî' li benda Erdogan e'
    ‘MHP dê parçe bibe û wê tevlî AKP û BBPê bibe'
    MHP: Ger kurd bibêjin 'Erê' wê ev yek li ser me neyê tomarkirin
    MHP li Şemzînanê ofîs vekir
    Etîketan:
    AKP, CHP, MHP, Sabahattin Onkibar, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de