02:05 19 Hezîran 2018
Sirri Sureyya Onder

Doza Parlamenterê HDPê hat taloq kirin

© AFP 2018 / ADEM ALTAN
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Doza Parlamenterê HDPê yê Enqerê Siri Sureya Onder ku 6 sal ceza jê re dihate xwestin hat taloq kirin. Parêzerên Onder ragihandin ku dê ew serî li temyîzê bidin.

Doza ku derbarê parlamenterê HDPê yê Enqerê Siri Sureya Onder de, ji ber ku di sala 2011an de beşdarî çalakiyeke li Qosera Mêrdînê bûye hatibû vekirin û ji 2 salan heya bi 6 salan ceza jê re dihate xwestin hat taloq kirin

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, dadgehê biryara xwe aşkere kiriye û lêpirsîna ku derbarê Onder de bi tawanbarkirinên „beşdarbûna çalakiyên der qanûnî û rêvebirina wan" „bi aşkereyî sorkirina gel û ji bo kîn û dijminatiyê" hatibû vekirin hatiye taloq kirin. Dadgehê diyar kiriye ku ji roja ku doz hatiye taloqkirin ve heya 3 salan heke dîsa heman sûc werin kirin dê doz berdewam bike. Dê parêzerên Onder serî li temyîzê bidin.

Bi heman mijarî:

Ji ber gotina ‘Birêz Ocalan' Sirri Sureya Onder rastî hewldana êrîşê hat
HDP: Biryara Dadgeha Bilind a Destûrê tune tê hesibandin
'Bila welatiyên di nava HDP û PKKê de xwe radestî Artêşa Tirk bikin'
Hevserokên HDP û BDPê yên şaxa bajarê Erdexanê hatin binçavkirin
Parlamenterê HDP: Gundî hatin bombebarankirin
HDP: Em AKPê û pêngavên wê meşrû û rewa nabînin
Etîketan:
doz, dadgeh, Siri Sureya Onder, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de