05:37 12 Kanûn 2017
Zindî
    Alaya HDP

    HDP: Biryara Dadgeha Bilind a Destûrê tune tê hesibandin

    © Foto: Gulnush Ergul
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li hember biryara Dadgeha Bilind a Destûrê ku derbarê parlementera HDPê Gulser Yildirim de dabû ku serlêdana wê "nayê qebûlkirin" HDPê bertek nîşan da. Ayhan Bilgen ragihand ku "biryar tune tê hesibandin."

    Paralamenterên HDPê biryara redkirina serlêdana parlamenterê HDPê Gulser Yildirim ya ji bo Dadgeha Bilind a Destûrê bi civîneke çapemeniyê ku li Meclîsa Tirkiyê li darxistin nirxandin. Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen ji bo biryarê got "biryar tune tê hesibandin." Bilgen diyar kir ku: "Dadgehê bi biryara ku daye ya rastî erka xwe ya navneteweyî înkar kiriye. Dadgeha Bilind a Destûrê nîşandaye ku ew perçeyekî wesayeta siyasî ye. Ev biryar wekî mekanîzmayên fişarê yên berî niha ji bo me tuneye. Ev biryar îlana malûmê ye. Biryareke berovajî biryara Mustafa Balbay daye û xwe derewandiye. Wek ku rêbazeke hiqûqa navxweyî hebe daxuyanî hatiye dayin, lê li Tirkiyê, li hember HDPê, akademîsyen û rojnamegeran hiqûqa dijminatî bikartîne.

    EM VÊ BIRYARÊ NAS NAKIN."

    Piştî Ayhan Bilgen Parlamentera Sêrtê ya HDPê Besime Konca axivî û weha got: "Em wekî parlamenterên jin bi salan li hember her fişarê sekînin û di parlamentoyê de me koma jinan ava kir. Me bi keda jinan ev kom ava kir. Wekî meclîsa jinan di her şertî de, li hember vê helwesta ku siyasetê bê jin dihêle, hiqûqê bê mirov dihêle em ê bihêlin kû zêdetir aşkere bibe. Em careke din aşekere dikin ev biryara ne hiqûqiye û em vê biryarê nas nakin."

    LI HOLÊ NE EDALET MAYE NE JÎ DARIZANDIN."

    Parlamentera Stenbolê ya HDPê Filiz Kerestecioglu jî axivî û weha got: "Dadgeha Bilind a Destûrê biryara xwe ya nûwaze daye. Bi rastî jî em dixwazin bipirsin. Ji bo vê biryarê bide salekê sekinî? Em bi awayekî aşkere dibînin ku wesayeta siyasetê ya li ser dadê dibînin. Li vî welatî dadgeha herî giring ya herî karîger îçtîhada xwe bi cih nayîne. Li holê ne edalet maye ne jî darizandin."

    Bi heman mijarî:

    HDP: Birîndarên gundê Licê sivîl in
    Parlamenterê Wanê: HDP piştgiriya referanduma serxwebûnê dike
    Di navbera HDP û CHPê de krîza vexwendinê
    Baydemîr: HDP bê şert piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê dike
    HDP: Em gelên Kolombiyayê pîroz dikin!
    HDP: Em li benda rakirina Rewşa Awarte nasekinin, em dertên qadan
    HDP beşdarî mîtînga meşa edaletê dibe
    HDP: Destwerdana Efrînê metirsiya şerê kurd û tirk zêdetir dike
    HDP beşdarî ‘meşa edaletê' bû
    Etîketan:
    edalet, dadgeh, nirxandin, Besime Konca, Filiz Keresticioglu, Ayhan Bilgen, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de