18:58 21 Hezîran 2018
girtin-binçavkirin-desteserkirin

Selim Sadak hate binçav kirin

© Foto: Kirill Kallinikov
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Hate ragihandin ku parlamenter û şaredarê berê Selim Sadak li bajarê Amedê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Li gorî ragihandina nûçegihanê Sputnikê parlamenter û şaredarê bêrê yê bajarê Sêrtê Selim Sadak li bajarê Amedê tevî 5 kesan ji ber sedemeke nediyar hatine desteserkirin. Herwiha beriya niha jî Sadak di 4ê Tebaxa 2017an de li bajarê Stenbolê hatibû desteserkirin û piştre jî hatibû berdan.

​Selim Sadak di hilbijartina 1991an de ji Partiya Ked a Gel ku bi Partiya Sosyal Demokrat a Gelî (SHP) wekî parlamenter hatibû hilbijartin û di sala 1994an de parêzbendiya wî hat rakirin û 15 sal ceza stend. Di sala 2004an de hate berdan.

Herwiha îro sibê jî Hevseroka KCDê Leyla Guven hatibû desteserkirin û piştre jî hatibû berdan.

Bi heman mijarî:

Li Stenbolê 82 kesên ku ji bo DAIŞê şer kirine hatin desteserkirin
3 xwendekar bi îdiaya propagandaya PKKê hatin desteserkirin
Çalekvanên ku avahiya YNKê şewitandin hatin desteserkirin
Di Operasyonên du rojan de 143 tawanbar hatin desteserkirin
Li Myanmarê rojnamegerên ku ji bo Tirkiyê dixebitîn hatin desteserkirin
13 kes bi hinceta endamtiya PKKê hatin desteserkirin
12 kes ji ber propagandaya PKKê hatin desteserkirin
Etîketan:
parlamenter, binçavkirin, Selim Sadak, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de