02:43 13 Kanûn 2017
Zindî
    Pûtîn û Erdogan

    Erdogan dê li Soçiyê bi Pûtîn û Rûhanî re hevdîtin pêk bîne: Mijar Sûriye ye

    © REUTERS/ POOL
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di 22ê Mijdarê de diçe Rûsyayê û li bajarê Soçiyê wê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re hevdîtinekê pêk bîne.

    Putin û Erdonan
    © Sputnik/ Сергей Гунеев
    Li gorî nûçeya NTVyê, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di 22ê Mijdarê de diçe Rûsyayê û li bajarê Soçiyê wê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re hevdîtinekê pêk bîne.

    Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan dîsa diçe Rûsyayê. Erdogan 3 roj berê li bajarê Soçi yê Rûsyayê bi Serok Pûtîn re hevdîtin pêk anî bû û di 22ê Mijdarê dîsa serdana Soçiyê dike.

    Tevlî vê serdana dawî, ev cara 6emîn e ku Erdogan wê bi Serokê Rûsyayê Pûtîn re bicive.

    NTVyê di nûçeya xwe de ragihand ku wê Îran jî tevlî hevdîtina Soçiyê bibe. Rojeva sereke ya civînê Sûriye ye. Beşdarên civînê wê pêşveçûn û rewşa dawî ya Sûriyeyê binirxînin.

     

    Bi heman mijarî:

    Erdogan ji Pûtîn çi xwest û çi wergirt
    Senatorê rûs: Dîplomasiya Pûtîn û Erdogan rast e
    Pûtîn û Erdogan dê li Soçiyê bicivin
    Rojeva hevdîtina Pûtîn û Erdogan diyar bû
    Pûtîn û Erdogan axivîn: Projeyên enerjiyê û Sûriye hat gotûbêjkirin
    Etîketan:
    Serokomarê Tirkiyeyê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de