20:07 14 Kanûn 2017
Zindî
    derketina derve, rewşa awarte, tanka leşkerî - qedexe- leşkerê tirk

    Li 12 gundên Farqînê qedexeya derve hate ragihandin

    © AP Photo/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li 12 gund û mezrikên navçeya Amedê ya Farqînê qedexeya derketina derve hate ragihandin. Qedexe dê heta kengî bidome ne diyar e.

    Qedexe-polês-polîs-operasyon-desteserkirin
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Hate ragihand ku ji ber sedema operasyonên leşkerî ji îro û pê de li 12 gund û mezrikên navçeya Amedê Farqînê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin. Qedexeyê îro sibehê saet 06.00an dest pê kir.

    Parêzgeha Amedê derbarê qedexeyê de ev daxuyanî belav kir:

    "Li deverên ku operayon tên meşandinê ji bo ku welatî zirara mal û canî nebinin li gorî destûra birêvebirina bajêr a bi 5 hezar û 442an li herêmên ku hatine diyarkirin (gund, mezrik û taxên Farqînê ên Kazandagi, Demirkuyu, Ozluce, Esenyol, Dariseven, Usluca, Bogazonu, Toklar, Kalemli, Taraklı, Çatak û Çigdemli) îro 16ê mijdarê 2017an roja pencşemê saet 06.00an de dest pê dike û heta îlankirineke din li van herêman qedexeya derketina derve hatiya danîn."

    Bi heman mijarî:

    Xwişka Sadiq Şerefkendî û Hejar Mukriyanî koça dawî kir
    Ayhan Bilgen ji komîsyona mafê mirov a parlamentoyê îstîfa kir
    PDK û Tevgera Goranê li hev kom dibin
    ‘Kabîne û rêvebiriya AKPê diguhere'
    Hevseroka KCDê Leyla Guven serbest hat berdan
    Li dijî wesayîta midûrê polîsan êrişa çekdarî: 4 kuştî
    Etîketan:
    Qedxexeya Derketina Derve, Qedexe, Parêzgeha Amedê, Farqîn, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de