14:18 11 Kanûn 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    ‘Kabîne û rêvebiriya AKPê diguhere'

    © AP Photo/ Burhan Ozbilici
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlamenterê AKPê yê Enqereyê ku demek dirêj e şêwirmendiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan dike Ali İhsan Arslan ragihand ku wê kabîne û rêvebiriya AKPê biguhere.

    Binali Yildirim û Recep Tayyip Erdogan
    © REUTERS/ Kayhan Ozer/Presidential Palace/Handout
    Parlamenterê AKPê yê Enqereyê Ali İhsan Arslan demeke dirêj e di nava ekîba Erdogan de ye û di raya giştî ya Tirkiyeyê de wekî Mucahit Arslan tê zanîn. Arslan dema ku şêwirmendiya Erdogan dikir ji bo ku qet xeberneda wekî ‘şêwirmendê bêdeng' hat naskirin. Arslan li Enqereyê di serdaneke xwe ya rawestgeha texsiyê de got: "Piştî guherîna rêvebiriyên navçe û bajaran wê kabîne û Lijneya Rêvebir a Navendî were guherandin."

    Li gorî Deniz Zeyrekê nivîskarê rojnameya Hurriyetê Arslan di axaftina xwe de got: "Nabe em hevalên xwe ku dev ji wezîfeyê berdan an jî ji wezîfeyê hatin stendin wek sûcdar bibinin. Raste derheqê hinek kesan de rexneyên rund hebûn. Lê bila herkes bizanibe ev guherîn ji bo silametiya partiyê hat kirin. Heta demeke nêzîk wê ev guherin biqedin û em ê herin Kongreyê. Di rêvebiriya navendî ya partiyê de jî wê guherîn werin kirin. Dibe dîsa di kanîneyê de jî guherandin çêbibe. Erdogan bi vê guherîne dixwaze dînanîzma xwe ya berê bi dest bixe."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan ji Pûtîn çi xwest û çi wergirt
    Senatorê rûs: Dîplomasiya Pûtîn û Erdogan rast e
    ‘Erdogan pir zêde ji Serokwezîr Yildirim aciz bûye'
    ‘Serdana Erdogan bo Rûsyayê tenê bi kêrê firotina firingiyan hat'
    Erdogan: Em ê Qendîl û Şingalê bi erdê re bikin yek
    Roja ku Erdogan biçe Rûsyayê dîyar bû
    Erdogan: PKK ne tenê PKKye
    Etîketan:
    PArlamenterê AKPê yê Enqereyê, Ali İhsan Arslan, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de