02:42 22 Hezîran 2018
Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu

Soylu: Em ê yek bi yek bi PKKyiyan re biaxifin

© Sputnik / Yurdagül Şimşek
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Wezîrê Karên Hundir yê Tirkiyê Suleyman Soylu, ragihand ku ew ê rê li ber vekin ku cerdewan bibin serbaz.

Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu
© Sputnik / Yurdagül Şimşek
Li gor nûçeya nûçegîhanê Huriyetê Fevzi Kizilkoyun Soylu yê ku pêşkêşîya butçeya wezareta xwe ya sala 2018an pêşkêşî Komîsyona Plan û Butçeyê ya Meclîsa Tirkiyê gotiye ku: "Me rê li ber ber cerdewanên xwe vekir ku bibin serbaz. Em cerdewanên xwe wekî çawîşê pispor digrin kar. Bi taybet yên ku temenê wan yê perwerdehiyê têrê dike piştî çawîşiya pispor dikarin bibin serbaz. Em ê vê derfêtê bidin cerdewanên xwe ku bibin serbaz. Perwerdehiya 226 cerdewanên me ku dê bibin çawîşên pispor li ber qedandinê ye.

ARMANC 30 HEZAR BEKÇÎ NE

Soylu da zanîn ku dê wezaret 39 navgînên hewayî yên bê mirov dê bikire û herwiha di nava îsal de bi girtina kar ya 7 hezar bekçiyên din, em dixwazin xwe bighînin hejmara 30 hezar bekçiyî.

"EM YEK BI YEK BI DAIŞİyan RE DIAXIFIN EM Ê BI PKKyiyan RE JÎ BIAXIFIN'

Soylu ragihand ku ew yek bi yek bi DAIŞiyên di girtîgehan de hevdîtinan pêktînin û diaxifin bê ka bi motîvasyoneke çawa dixebitin û weha berdewam kir: "Niha em ê bi PKKyiyan re jî yek bi yek biaxifin û emê çavkaniyên wan yên motîvasyonê diyar bikin."

 

Bi heman mijarî:

Soylu: Êrîşa li dijî cenazeyê Tugluk nayê qebûlkirin, kesên desteserkirî hene
Soylu: Hinek dixwazin bibêjin PKKê ne terorîst e
Soylu: Agahiyên nû derbarê çekdayîna YPGê ya Amerîkayê ji me re tên
Soylu: Çima zarokên 14-15 salî tevlî PKKê dibin?
Soylu: Hezar û 9 îmamên mahrem ê FETO hatin binçavkirin
Soylu: Bi êrişa Amedê ve eleqedar 3 kes hatin binçavkirin
Etîketan:
pispor, çawîş, PKK, Suleyman Soylu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de