21:42 22 Mijdar 2017
Zindî
    Dadgeha Mafê Mirov a Ewropayê (DMME)

    AYM ji bo parlamenterên girtî yên HDPê sibe biryar dide

    © Sputnik/ Vladimir Fedorenko
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 48 0 0

    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) sibe ji bo nirxandina serdana parlamentera girtî ya HDPê Gulser Yildirim kom dibe. Dadgeha Mafê Mirova ya Ewropayê (DMME) ji bo hikûmeta Tirkiyê ku dikaribe parastina xwe bike heta 24ê mijdarê dem dabû.

    DMMEyê ji bo nêrîna saziyên navnetewî ku mudaxilî dosyeyên wekîlên girtî yên HDPê bibin heta 5ê kanûnê careke din dem da hikûmeta Tirkiyeyê.

    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji bo serdana parlamentera HDPê Gulser Yildirim ku di 4ê mijdara 2016an hat girtin binirxîne sibe cara yekem kom dibe. HDPê piştî girtina parlamenteran, li ser biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ya ji bo parlamenterê CHPê Mustafa Balbay ku got "Parlamenter girtî nayên darazandin" serî lê da lê saleke Dadgeha Destûra Bingehîn vê mijarê naxe rojeva xwe. Lijneya Bilind sibe seat di 09:30an de kom dibe û sê mijar di rojevê de hene. Dosyeya Yildirim weke rojeva 3yemîn dê were nirxandin. Lijneya Bilind piştî lêkolinê dê ji bo dosyeyê biryar bide.

    DMMEyê JI BO PARASTINÊ DEM DABÛ TIRKIYEYÊ

    Dadgeha Mafê Mirov a Ewropayê (DMME)
    © Sputnik/ Vladimir Fedorenko
    Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê (DMME) ji bo hikûmeta Tirkiyeyê ji bo parastina xwe bike heta 24ê mijdarê dem dabû. DMMEyê ji bo nêrîna saziyên navnetewî ku beşdarî dosyeyên wekîlên girtî yên HDPê bibin heta 5ê kanûnê carek din dem da hikûmeta Tirkiyeyê. Li gorî mijara gotinê ev geşedan li ser dîroka parastinê ya 24ê mijdarê bandor nake. Pêwîst e heta 5ê kanûnê hikûmet bersivê bide nêrîna beşdariya saziyên navnetewî. Daxwaza beşdariya dosyeyên wekîlan a Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (HRW), Komîserê Mafê Mirovan ya Parlamentoya Ewropya Nils Muiznieks û saziya civaka sivîl ARTICLE 19 hatibû qebûlkirin.

    Bi heman mijarî:

    Seyid Riza û hevalên wî 80 sal berê weke îro hatin darvekirin
    Telal Silo xwe spart Artêşa Azad a Sûriyeyê
    'Tirkiye dixwaze ji peywendiyên Amerîka û YPGê pişt rast be'
    Lavrov: ‘îddiayên ku Rûsyayê mudaxaleyî hilbijartinan kiriye nîşaneyên hîsterik in'
    PYD: Baştir e ku Amerîka zêdetir li Sûriyeyê bimîne
    Ji Kongreya Amerîkayê bo Trump: Dawiyê li tevgera milîsên şîe bîne
    Etîketan:
    parlementerê girtî, HDP, HRW, DMME, AYM, Mustafa Balbay, Gulser Yildirim, Kurdistan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de