21:24 24 Mijdar 2017
Zindî
    Şîrovekarê siyasî Aso Kerîm

    'Tirkiye dixwaze ji peywendiyên Amerîka û YPGê pişt rast be'

    © Sputnik/ Osman Başqalî
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 5410

    Şîrovekarê siyasî Aso Kerîm bal kişan ser ku serdana Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim di demeke wisa de, ku DAIŞ li Iraq û Sûriyeyê ber bi bidawîbûnê ve diçe, pêk hatiye û got, "Dibe ku hinek pirsgirêk werin çareserkirin."

    Şîrovekarê siyasî Aso Kerîm peywendiya di navbera Tirkiye û Amrîkayê de û sedemên lawazbûn û xurtbûna wê peywendiyê û armanca serdana vê dawiyê ya Serokwezîrê Tirkiyeyê ji bo Washingtonê ji bo Sputnik Kurdistanê şirove kir.

    'YILDIIRM JI BO REWŞA PIŞTÎ DAIŞÊ ÇÛ WASHINGTONÊ'

    Aso Kerîm got, "Serdana Binali Yildirim Serokwezîrê Tirkiyeyê ji bo Amrîkayê di demekê de bû, ku DAIŞ li Iraq û Sûriyeyê ber bi bidawîbunê ve diçe û dibe ku hinek pirsgirêk werin çareserkirin. Her wisa hewlên dîplomasiyê li Cenev û Astanayê berdewam dikin. Serokwezîrê Tirkiyeyê jî ji bo dê piştî DAIŞê li Iraq û Sûriyeyê çi bikin çû serdana Washingtonê, ku di roja 16ê meha borî de me dît li Kerkûkê çi rûda û him Amerîka xwediyê roleke gelek bihêz e li herêmê."

    'TIRKIYE DIXWAZE JI PEYWENDIYÊN AMERÎKA Û YPGê PIŞT RAST BE'

    Kerîm bal kişand ser endamtiya Tirkiyeyê ya jib o NATOyê û diyar kir ku peywendiyên wê baş nîn e li gel Amrîka û dixwaze baş bike. Şîrovekarê siyasî Kerîm wisa berdewam kir:

    "Ji ber ku ji bo Tirkiyeyê pir girîng e Amerîka ji do sere DAIŞê çekan dide PYDê, lê eger serê DAIŞê nemîne dê çawa be? Tirkiye dixwaze ji Amrîkayê re bibêje peywendiyên Amrîka û PYDê, ku Tirkiye wê wekî beşeke PKKê dibîne, wekî metirsiyê li ser xwe dizane û herwisa dixwaze ji Amrîkayê pişt rast be ku ev peywendî wê berdewam bin an jî wê qut bikin."

    'YEK JI NEREHETIYÊN AMERÎKAYÊ, NÊZÎKBÛNA TIRKIYE Û RÛSYAYÊ YE'

    Aso Kerîm behsa nerehetiyên Amrîka yên li hemberî Tirkiyeyê kir û got, "Nerehetiyên Amrîka yên li hemberî Tirkiyeyê tenê ne ji ber karên niha yên Tirkiyeyê ne. Piştî sala 2003an hêdî hêdî hin arîşe û pirsgirêk peyda bûn, gava ku parlamentoya Tirkiyeyê rê neda artêşa Amrîkayê, ku di ser xaka Tirkiyeyê re êrîşê Iraqê bike û wê demê hinek dûrketin di navbera herdû aliyan de çêbû. Ji bilî vê yekê di şerê DAIŞê de Tirkiye gelek rijd nebû ku şer li dijî terorê bike û gelek caran berpirsên Amrîkayê Tirkiye bi alîkarîkirina terorîstan tawanbar kiriye ku bûye tiranzlêt ji bo derbaskirina terorîstan ji bo nava xaka Suriye û Iraqê û bi heman rê vegeriyane û dibe ku alîkariya lojîstîk jî jê re kiribe. Ev yek. Sedemeke din jî herwiha nêzikbûna Tirkiye ji bo Rûsyayê ye, bi taybetî girêbesta sîstema berevaniya moşekên S-400î, nêzikbûna Tirkiye û Îranê, helwesta Tirkiye ya li hemberî pirsgirêka Erebistana Siûd û Qeterê, hebûna Tirkiyeyê li Qeterê û di bihara Erebî de hewldana Erdogan ya ji bo qehremanbûnê û serkirdayetiya Îxwan-î Muslimîn û cîhana Îslamî û Erebî bike. Tirkiye li Suriyeyê jî ji bilî DAIŞê her tim piştevaniya komên radîkal ên Îslamî kiriye, weku Eniya Ehrar El Şam û Eniya El Nusrayê û çendîn komên din."

    'AMERÎKAYÊ LI ŞÛNA TIRKIYEYÊ, YPG Û HSD HILBIJARTIN'

    Kerîm da zanîn ku ev hemû tiştan û herwisa peywendiyên xerabên Tirkiye li gel Ewropayê û peymana koçberan, peywendiyên xerab ên li gel Misir û Îsraîlê jî bandor li ser peywendiyên Tirkiye û Amerîkayê kiriye û got, "Amrîkayê di dema borî de hewl da, ku rola Tirkiyeyê li Iraq û Sûriyeyê sînordar bike. Wekî nimûne, Amerîkayê rê neda, ku Tirkiye di rizgarkirina Mûsilê de rol bilîze û herwisa li Reqayê jî Amrîkayê li şûna Tirkiyeyê, YPG û Hêzên Suriyeya Demokratîk hilbijartin." Aso Kerîm li gel vê yekê bal kişand ser siyaseta dawîn a Tirkiye ya navxweyî jî û got, "Ez bawer dikim ku Binali Yildirim hîç deskeftek bi dest nexistiye, ji ber ku Tirkiye siyaseta xwe ya heyî didomîne."

    Aso Kerîm ji bo siberoja Tirkiye û Amerîkayê jî got, "Tirkiye welatekî jeopolîtîk û stratejîk e û ji aliyê aborî ve girîng e, loma Amerîka û NATO bi hêsanî dest ji Tirkiyeyê bernadin. Lê di heman demê de jî milekî Tirkiye yê rojhilatî heye, ku ev jî ji bo Rûsya, Îran û Çîn pir girîng e."

    'PEYWENDIYA AMERÎKA Û HSDÊ WÊ HÎN BERDEWAM BIKE'

    Şîrovekarê siyasî Kerîm di dawiya axaftina xwe de jî ev tişt anîn ziman: "PYD nabêje emê hebûneke kurdî li Rojavayê Kurdisyanê yan li Bakûrê Sûriyeyê ava dikin. Ew dibêjin em dê pergaleke federal li ser wê erdnigariyê ava bikin, ku hemû netewe û pêkhateyên li wir djîn, di bin navê neteweya demokratîk de werin birêvebirin û dixwazin ev nimûne ji bo tevahiya Sûriyeyê were pêkanîn, ku ew wisa bawer dikin ku ev tenê rêkaya çareseri ya li Sûriyeyê. Jixwe zêdetirî 25 ji sedê axa Sûriyeyê di destê kurdan û dostên wan de ye û ew der hrêmeke girînge, ku neft û xaz tê de heye û çendîn bendavên mezin lê hene ku elîktrîkeke mezin ji bo tevahiya Sûriyeyê dabîn dikin. Li gel vê yekê herêmeke baş e ji bo çandiniyê. Çarenivîsa wê herêmê girêdayî rêkeftina Rûsya û Amrîkayê ye, ku het niha li ser çend pirensîban li hev kirine, wekî parastina yekparçebûna xaka Sûeiyeyê û dabeşkirina navçeyên Sûriyeyê ji bo navçeyên di bin kontrola herdû aliyan de. Ji ber vê yekê bi baweriya min peywendiya Amrîka û Hêzên Sûriyeya Demokratîk dê berdewam bike."

    Bi heman mijarî:

    Hêzên Heşda Enbarê: 600 milîtanên DAIŞê xwe radestî hêzên YPGê kir
    YPGê malbatên DAIŞî yên rûsî radestî Rûsyayê kirin
    KCK: Têkiliya di navbera YPGê û Amerîkayê de fêm nakin
    Yildirim bo YPGê got: Me tiştên pêwîst gotin, Amerîkayê jî bersiva neyênî neda
    Amerîkayê daxwaza Serokwezîrê Tirkiyeyê bo YPGê red kir
    DAIŞê êrişî noqteya YPGê kir: 18 milîtanên DAIŞê hatin kuştin
    Etîketan:
    pişterasrtkirin, peywendî, Nivîskar û şîrovekarê siyasî, YPG, DAIŞ, NATO, Aso Kerîm, Sûriye, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de