05:05 24 Mijdar 2017
Zindî
    Binali Yildirim û Recep Tayyip Erdogan

    ‘Erdogan pir zêde ji Serokwezîr Yildirim aciz bûye'

    © REUTERS/ Kayhan Ozer/Presidential Palace/Handout
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 9602

    Hat îdîakirin ku serdana Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim a Amerîkayê Serokomar Recep Tayyip Erdogan pir zêde aciz kiriye.

    Devlet Bahçeli
    © AFP 2017/ ADEM ALTAN
    Hat îdîakirin ku serdana Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim a Amerîkayê Serokomar Recep Tayyip Erdogan pir zêde aciz kiriye, lewma Erdogan berî çûna xwe ya Rûsyayê li mala xwe ya Kisikliyê bi Yildirim re hevdîtinek pêk anî. Şêwirmendê berê yê Abdullah Gul û nivîskarê rojnameya Yeniçagê Ahmet Takan di gotara xwe de îdîa kir ku Erdogan pir zêde ji yildirim aciz bûye.

    ‘DAXUYANIYA SEROKOMARIYÊ NE RAST E'

    Ahmet Takan di berdewamiya nivîsa xwe de got: "Erdogan piştî ku Binali Yildirim ji gera parkên Amerîkayê vegeriya û berî serdana xwe ya Rûsyayê li Stenbolê du caran bi awayekî suprîz hevdîtin pêk anî. Naveroka hevdîtinê pir dihat meraqkirin. Li gorî daxuyaniya serokomariyê di hevdîtinê de namzediya parlamentoyê, serdana Rûsyayê û tiştên din hatin axaftin. Lê yên ku rêvebiriya qesrê nas bike dizane ku ev daxuyanî ne rast e. Erdogan dikaribû bi telefonê jî Yildirim agahdar bike. Ji çavkaniyên qesrê ez gihîştim naveroka hevdîtina Erdogan û Yildirim."

    Takan di dirêjiya axaftina xwe de got: "Yildirim berî ku herê Amerîkayê li balafirxaneyê derheqê krîza vîzeyê de daxuyaniyek da. Erdogan ji ve daxuyaniya Yildirim a balafirxaneyê pir aciz bû û dema vegeriya bangî Yildirim. Xuyaye hevdîtina pêşî têrê nekiriye di hevdîtina duyemîn a Erdogan û Yildirim de dîsa heman mijar hatiye axatin. Min ji jêderên xwe yên qesrê sedema aciziya Erdogan pirsî nexwestin bêjin. Li gorî jêderên qesrê Yildirim di serdana xwe ya Amerîkayê de tiştek bi dest nexistiye."

    Bi heman mijarî:

    Senatorê rûs: Dîplomasiya Pûtîn û Erdogan rast e
    Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan Muhammed Bin Selman rexne kir
    Erdogan diçe Rûsyayê: Pêşî têkiliyên aborî û bazirganî dê werin axiftin
    Rojeva hevdîtina Pûtîn û Erdogan diyar bû
    Erdogan: Hin kes di nav me de hene ku şerm nekin dê pesnê FETOyê bidin
    Etîketan:
    Serokwezîrê Tirkiyeyê, Serokomarê Tirkiyeyê, Binali Yildirim, Recep Tayyip Erdogan, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de