02:45 22 Hezîran 2018
Devlet Bahçeli

‘Bahçeli AKPê tehdîd dike'

© AFP 2018 / ADEM ALTAN
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe ya îro de cih da axaftinên Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli ku gotibû ‘MHP û AKP wê bi hev re vê tekoşînê bimeşîne.'

Nivîskarê Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe de got: "Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli di nava hefteyekê de ev cara duyemîn e ku daxwaza kêmkirina bendava hilbijartinê dike. Xuyaye ku di nava MHPê de zingilê talûkê lêdixe. Ya herî girîng ev bû ku Bahçeli got ‘yên ku ji sedî 10ê bendavê aciz in, bi pergala hikûmeta serokomariyê bendava hilbijartinê daxistine 50 + 1ê'. Bahçeli AKPê tehdîd dike."

‘WEKÎ BERDEVKÊ AKPÊ TEVDIGERE'

Selvi di berdewamiya axaftina xwe de got: "Piştî ku min li axaftina Bahçeli guhdar kir ez derbasî kulîsên AKPê bûm. Min gelek şîroveyên ku ‘Bahçeli wekî şirîkê hikûmetê yê mezin axivî' bihîstin. Bahçeli ne tenê wekî şirîkê hikûmetê di heman demê de wekî berdevkê AKPê tevdigere. Bahçeli xwe wekî berpirsyarê bersivdayîna AKPeyiyên ku hev rexne dikin dibîne."

Bi heman mijarî:

Bahçeli: Bila rêveberiya xweser bê avakirin
Times: Tifaqa Erdogan û Bahçeli zirar li kurdan kir
Bahçeli: Piştî 81 Duzceyê 82 Kerkûk û 83 jî Mûsil e
Ji Serokê MHPê Bahçeli daxuyaniya HDPê
Bahçeli: Teqez divê Tirkiye destûra referandûmê nede
Baydemir bersiv da Bahçeli: Ne hedê te ye tu gef li kurdan bixwî
Etîketan:
AKP, MHP, Devlet Bahçeli, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de