17:58 23 Mijdar 2017
Zindî
    Referandûm - Kurdistan- Kurdistanê

    Serokê AKPeyî: Wê têkiliyên Tirkiyeyê bi Kurdistanê re baş bibin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 3901

    Serokê AKPê yê Şaxa Amedê Muhammed Dara Akar di axaftina xwe de ragihand ku ez hêvî dikim wê têkiliyên Tirkiyeyê bi Kurdistanê re rast bibin û bigihîje noqteya herî baş.

    Serokê AKPê yê Şaxa Amedê Muhammed Dara Akar di axaftina xwe de got: "Alîkariya Enqere ya ji bo mexdûrên erdhejê û daxuyaniyên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yên spasiyê nîşan dide ku wê ev atmosfer ber bi başbûnê ve here."

    Muhammed Dara Akar di berdewamiya axaftina xwe de got: "Wekî însan êşên me hevpar in. Siyaset tiştekî cuda ye, lê di têkiliyên însanî de em hemû bira ne. Ez bawer dikim wê têkiliyên Tirkiye û kurdistanê rast bibin û bigihîjin noqteyeke baştir."

    ‘KURDISTANÊ DI ERDHEJA WANÊ DE BI SEDAN TIRÊN ALÎKARIYÊ ŞANDIBÛN'

    Akar di dirêjiya axaftina xwe de got: "Di erdheja Wanê ya 23ê Cotmeha 2011an de ji Kurdistanê bi sedan tirên alîkariyê hatibûn. Em însanên heman coxrafyayê ne û êşên me hevpar in. Dema erdheja Wanê çêbû ji Silêmanî, Hewlêr, Dihok û ji Zaxoyê bi sedan tirên alîkariyê hatibûn. Di heman demê de êşên wiha însanan nêzî hev dike."

    Bi heman mijarî:

    Di medyaya civakî de erdhej
    Bi dijwariya 8an erdhej pek hat: Banga tsunamiyê hat kirin
    Li Nîvgirava Kamçatya ya Rûsyayê bi pîleya 6.6 erdhej
    Li Wanê bi pileya 3.5 erdhej çêbû
    Erdhej li Îranê: 2 mirî û herî kêm 11 birîndar
    Li Wanê erdhej pêk hat
    Etîketan:
    Hikûmeta Herêma Kurdistanê, AKP, Muhammed Dara Akar, Kurdistan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de