11:25 21 Mijdar 2017
Zindî
    YPG

    Gelo Tirkiye dikare operasyonekê li dijî Efrînê pêk bîne?

    © REUTERS/ Rodi Said
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 43624

    Daxwaza Tirkiyeyê ya ku operasyonekê li dijî Efrînê pêk bîne, yek ji mijarên sereke bû yên ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li ser axivîn. Pisporê Stratejîk Naim Baburoglu ragihand ku ihtimala operasyoneke bi vî awayî dûr e.

    Baburoglu ragihand ku nafikire, di demeke nêzîk de operasyoneke wiha pêkan be û wiha pê de çû. "Heta şerê li Sûriyeyê bi temamî bi dawî nebe, Rûsya dê destûra operasyoneke wiha nede. Eger demeke wiha bê ku Rûsya destûrê bide jî, wê çaxê dê astenga DYAyê derkeve ku niyeta wê tine ji Sûriyeyê vekişe. DYA piştî niha ne ji Sûriyeyê vedikişe û ne jî helwesta xwe ji bo YPGê diguherîne.  Ji ber DYA bi damezirandina artêşa YPGê ya 100 hezar kesî,  dixwaze pêkhateyeke xweser û federe li Sûriyeyê damezirîne."

    Pisporê Stratejîk diyar kir ku têkiliyên DYA- Tirkiyeyê ji dema komara Tirkiyeyê hatiye damezirandin di asta xwe ya herî xerab de ne û wiha got: Eger em bi bîr bînin ku helwesta DYA ji bo YPGê jî dê qet neguhere, ev rewş dê xerabtir bibe."

    'PÊWÎST E TIRKIYE BÊYÎ KOMPLEKSAN BI ESAD RE BIKEVE TÊKILIYÊ'

    Pisporê Stratejiyê Naîm Baburoglu mijara niyeta Tirkiyê ya operasyonekê bi ser Efrînê de ji Spûtnîkê re nirxand û got, ji bo beralîkirina YPGê pêwîst e Tirkiye bi rêveberiya Esad (Serokê Sûriyê Beşar Esad), Îran û Iraqê re hevkariyê bike.

    Baburoglu da xuyakirin, "Pêwîst e Tirkiye bêyî ti kompleksan yekser bi rêveberiya Esad û rejîma Sûriyê re bikeve nav hevkariyê û rêkeftinekê li ser hebûna YPGê ya li Sûriyê pêk bîne."

    Pisporê Tirk di berdewamê de got, "Ger Tirkiye bi Îran û Sûriyê re rasterast rêkeftinê pêk bîne dikare bigihîje encamekê û hemleya aqilane ya ku Tirkiye bike ev e. Li gor nêrîna min, gef û xetera YPGê ya li Sûriyê, bi hevkariyeke wekî tetbîqateke leşkerî ya di navbera Tirkiye û Iraqê de ku li sînorê Herêma Kurdistanê pêk hatibû, dikare were beralîkirin."

    'DIVÊ TIRKIYE BILEZ JI BO BERALÎKIRINA GEFA YPGÊ BI SÛRIYE, ÎRAN Û IRAQÊ RE HEVKARIYÊ BIKE'

    Baburoglu diyar kir ku niha îhtimala operasyoneke Tirkiyê ya li ser Efrînê xuya nake, ji ber ku Rûsya heta şerê navxweyî yê li Sûriyê bidawî nebe, rê nade operasyoneke wiha û got, "Piştî Rûsyayê jî dê astenga Amerîkayê derkeve pêşiya Tirkiyê ku niyeta wan a derketina ji Sûriyê nîne. Lewra Amerîka li pey wê yekê ye ku ji bo herêma Sûriyeya federalî û xweser ava bike, artêşeke ji 100 hezarî ya YPGê ava bike."

    Pisporê Tirk herwiha balê dikişîne ser ku gefa YPGê ne tenê li Efrînê ye û lewma jî pêwîst e Tirkiye bi awayekî lezgîn hevkariya xwe ya bi Îran, Sûriye û Iraqê re saz bike.

    Bi heman mijarî:

    Rojnameya tirk: Dibe her kêlîkê Tirkiye operasyona li ser Efrînê pêk bîne
    Muslim: Eger Tirkiye êrişê Efrînê bike dê wek DAIŞê têk biçe
    Ji Tirkiyê amadekariya operasyona Efrînê: Karwaneke leşkerî gihîşt sînor
    'Artêşa Tirkiyê li bingehên YPGê yên Efrînê xist'
    Etîketan:
    Recep tayyip Erdogan, Vladîmîr Pûtîn, tirkiye, Sûriye, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de