21:38 22 Mijdar 2017
Zindî
    Mîtînga HDPê ya Wanê

    Parlamenterên HDPê çûn serdana Balyozxaneya Îranê

    © Foto: Van Aktuel
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 34 0 0

    Parlamenterên HDPê yên Wanê Lezgîn Botan û Bedîa Ozgokçe Ertan li Enqereyê çûn serdana Balyozê Îranê yê li Enqereyê û ji ber erdheja li Kirmaşanê sersaxî ji Îranê re xwest.

    Parlamenterên HDPê yên bajarê Wanê Lezgîn Boran û Bedîa Ozgokçe Ertan li bajarê Enqere yê paytexta Tirkiyeyê çûn serdana Balyozê Îranê yê li Enqereyê û ji ber erdheja li Kirmaşanê sersaxî ji Îranê re xwest.

    Parlamenterê HDPê Lezgîn Botan di hevdîtinê de ji bo qurbanî û birîndarên erdhejê sersaxî û şifa xwest û diyar kir ku ew li gel xelkê Îranê û Kurd in. Botan di axaftina xwe de herwisa bal kişand ser cîranbûna Îran û Wanê û derbirî ku li gel nêzikbûna fîzîkî, di warê çandê de herdu alî nêzikî hevdu ne. Lezgîn Botan di heman demê de daxwaz ji Balyozê Îranî kir ku konsolxaneyekê li Wanê vekin.

    Parlamentera HDPê Bedîa Ozgokçe Ertan jî di axaftina xwe de behsa rêwitiya bi trênê, deriyên sînor ên di navbera Îran û Wanê de û vekirina konsolxaneyekê li Wanê kir.

    Balyozê Îranê yê li Enqereyê Mohammed Îbrahîm Taheryan jî kêfxweşiya xwe ya ji bo serdanê anî ziman û behsa girîngiya diyalogê û li gorî guhertian şertan vekirina konsolxaneyê kir.

    Bi heman mijarî:

    Li Patnosê hevserokê HDPê û DBPê hatin girtin
    Ji dadgehê bo berdevkê HDPê Baydemir biryara zeftkirinê
    Hevserokên şaxa HDPê ya Diyarbekirê hatin guhertin
    HDPê namzedê xwe ya bo Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê eşkere kir
    Ji bo mitînga HDPê ya li Amedê li 14 polîsan doz hat vekirin
    Girtina Demirtaş û parlamenterên din ên HDPê hat protestokirin
    Etîketan:
    hevdîtin, serdan, Balyozê Îranê li Enqereyê, Parlamenterên Wanê yên HDPê, Mohammed Îbrahîm Taheryan, Bedîa Ozgokçe Ertan, Lezgîn Botan, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de