18:31 25 Hezîran 2018
Erdheja li Kirmaşanê

Midura ku ji bo Kurdan peyama nijadperestiyê parve kir, ji kar hat dûrxistin

© AP Photo / Pouria Pakizeh/ISNA
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Li Tirkiyeyê xebatkara şîrketeke taybeta a tenduristiyê di derbarê erdheja li Herêma Kurdistanê de peyameke nijadperestî weşand. Şîrketê piştî bertekên li ser medyaya civakî ew xebatkara ji kar hatiye dûrxistin.

Oznur Ilgar, yek ji midurên Şîrketa tenduristiyê ya bi navê Acibadem Holdingê piştî erdheja li parêzgehên Silêmanî û Helebce yên Herêma Kurdistanê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyameke nijaperestî weşand û got, "Jixwe wa ye erdhej rûdaye, em berdin bila geber bibin."

Li ser vê peyama nijadperest gelek kesan li ser Twitterê nerazîbûn nîşan da û ji şîrketê daxwaz kir ku wê xebatkara xwe ji kar derxîne.

Şîrketê di derbarê mijarê de daxuyaniyeke niviskî belav kir û got, "Oznur Ilgar ji ber wê parvekirina xwe bi îdiaya hesabê wê hatiye hackkirin û ev peyam hatiye avêtin, serî li Dozgeriya Komarê daye. Herwisa ji aliyê yekîneyên kontrolkirinê yên saziya me ve jî lêpirsîn hatiye destpêkirin. Heta lêkolînên dozgerî û saziya me temam bibe, xebatkara me ji kar hatiye dûrxistin."

Bi heman mijarî:

Di medyaya civakî de erdhej
Bi dijwariya 8an erdhej pek hat: Banga tsunamiyê hat kirin
Li Egeyê erdhej pêk hat
Li Bodrumê bi dijwariya 4.9ê erdhej
Li bajarê Muglayê erdhej pêk hat
Etîketan:
Oznur Ilgar, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de