14:56 19 Nîsan 2018
    Mitînga ji bo Abdullah Ocalan - Parlamenterên HDPê

    Kemalbay: Sedema geşbûna şer girtina deriyê Îmraliyê ye

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 30

    Li Amedê bi şiyara "Dê tecrîd winda bike, azadî wê bi ser bikeve" mitîngek hat lidarxistin. Hevseroka HDPê Serpil Kemalbay di mitîngê de axivî û got "Çima şer ewqas geş dibe? Ev dikare bi Îmraliyê re bê vekirin. Ez ji bo kesên ku li dijî çareserîya demokratik a Ocalan in dipirsim, ka di destê we de ji bo çareseriyê çi heye?"

    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDPê bi armanca rewşa rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi şiyara "Dê tecrîd winda bike, azadî wê bi ser bikeve" li Amedê mitîngek li dar xist. Mitîng parlamanterên HDPê jî di nav de bi amadebûna hezaran kes li Qada Îstasyonê hat lidarxistin. Welatiyên hatin qada mitîngê di bin kontrol û lêgerînên polîsan re derbas bûn û piştî lêgerînên polîsan derbasî qadê bûn. Li qadê dema dirûşmeya "Ciwan fedaiyên Apo ne" hat berzkirin polîsan komiteya amadekar hişyar kir. Polîsan diyar kir ku ger derbarê Ocalan de dirûşme bên berzkirin dê mudaxaleyî mitîngê bikin.

    'EM DIXWAZIN OCALAN AZAD BIBE'

    Parlamantera HDPê Feleknas Uca di mitîngê de axivî û got "Hûn nikarin roja me tarî bikin. Dê tecrîd winda bike û azadî wê bi serkeve. Tehamula xebatên me nakin. Gelê Kurd li hemberî van dijwariyan li berxwe da. Em îro ji tecrîdê re dibên ‘na'. Bila herkes bizane ku mifta azadî û aşitiyê li Îmraliyê ye. Helwesta rakirina felsefeya Ocalan şer û tevlîhevî anî vî welatî. Êdî em nabêjin bila tecrîd rabe, em dixwazin ku Ocalan azad bibe."

    Pişt re Berdevka TJAyê Ayla Akat Ata axivî û got: "Heta ku Ocalan azad bibe em ê li qada bin. Gelê kurd bi salan e azadiya Ocalan berz dike. Deriyê Îmraliyê, ne li me li pêvajoya çareseriyê hat girtin. Li aşitiya civakî hat girtin û ji şer re hat vekirin." Ata piştî axaftina xwe bi girseyê re sitrana "Welatê me Kurdistan e" got.

    'KA DI DESTÊ WE DE JI ÇARESERIYÊ ÇI HEYE?'

    Piştre Hevseroka Giştî ya HDPê Serpil Kemalbay axivî. Kemalbay jî wiha axivî: "Ji 7ê Heziranê û vir ve em rastî faşîzmeke mezin tên. Me bedelên giran dan. Çima şer ewqas geş dibe? Ev dikare bi Îmraliyê re bê vekirin. Ez ji bo kesên ku li dijî çareserîya demokratik ya Ocalan in dipirsim, ka di destê we de ji bo çareseriyê çi heye? Êdi AKP li ber tunebûnê ye. Ji bilî şer nikare tiştekî bide gelan. Divê tecrîda li ser Ocalan rabe û azad bibe. Projeya Ocalan projeya çareseriya demokratîk e. Yên ku ji sîyaseta demokratîk ditirsin me dixin zindana. Li Rojava Şoreşa Cotmehê pêk tê. Di şerê li wir de avakirina civaka demokratîk heye. Ev ji bo avakirina civaka demokratîk hêvî ye."

    Bi heman mijarî:

    HDPê ji bo Ocalan ji CPTê re name şand
    Dayikên Aştiyê bo Ocalan ketin grêva birçîbûne
    Li Stenbolê 2 Kurdên ji Sûriyê ji ber wêneyê Ocalan hatin girtin
    Di kovara CIAyê de behsa hûrgiliyên girtina Ocalan tê kirin
    Kemalbay: Bi Ocalan re hevdîtin pêk neyê dê kaos derkeve
    Ji Balyozxaneya Amerîkayê daxuyaniya Ocalan
    Etîketan:
    Hevseroka Giştî ya HDPê, Serpil Kemalbay, Feleknas Uca, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de